خانه > نثر ادبی Pexşan > پسر شوم! Kurikê şûm / Omer Dilsoz

پسر شوم! Kurikê şûm / Omer Dilsoz

پسر شوم! Kurikê şûm / Omer DilsozGava di ber malan re derbas dibû, jinan xwe ber guhê hev de xwar dikir, dibû pitpita wan: “Bila ev lawikê şûm neyê taxa me, dikeve bin zarokên me û aqilê wan diçelqîne…”

Gava digihîşt meydanê, zarokan xwe bir bir dikirin, serê xwe bi hev dadidin û diporandin, “Bila neyê nav leyîza me, lawikê şûm e, dê dayik û bavê me guhê me bikêşin…”

Barek kul li ser dilî dipengiya û xwe vedida kujiyekê, bêdeng bi ser xwe de xûl dibû, berê wî li axê, dilê wî daxê: Dengên têkel wek guveguva mêşa dikeve gundikî ber guhên wî digivgivî; lawikê şûm…kurikê nehs… û nehez…

Çavên wî yên geş xwîs dibûn û li erdî diçêriyan: Ji bo çi? Ev pirs wek tîrekê dihat û li mejiyê wî diçikilî.

Piştî salan gava bi vê rewşa xwe difikirî, kenekî bi kelogirîn dihat û kezeba wî dihingaft.

Kurikê şûm; şûmiyan dike, çûvî di kuna zirkêtkê diqute, deqerû ye, gotina xwe qet texsîr neke û ya herî xirab pir pirsan dike… Çîrnexweş, cirnexweş çi bêjim, yekî qamnexweş bûm ez… weha difikirî û axînek berdida.

Heke roja hev roj, bavê min nehêlaba, xelkî di mala min de, tan avêtibana min; heke min jî bira û kesek xwe hebûya, belkî jî ez jî normal bûma… weha gote xwe, lê piştre ew bi xwe bi vê gotina xwe keniya; Dê li gorî kê û li gorî çi norm bûma… normên kê?

Weha jî nabe lo; ne dostek te heye, ne kesek heye ku carina biçî pê re du kaban bavêjî ber hev, ne kesek heye, carina pê re qelûna peyvê bişarînî, ne jî cihek lê vehewî: Tim dûr î, xwe dûr digirî; ji koman, ji kesan, ji tiştan, ji helkeftan; tim xwe penî dikî, vedişêrî, vedidizî, tim bi serê xwe yî; ger helkeft û hatî nav civatê jî, zarê te kaniya jehrê ye: Lome dibin tîr û bi ser xelkê de dibarin… Weha gazina xwe bi halê xwe kir.

Gelo qusûr di min de nebe? Bîstekê li ser vê pirsê sekinî: Ez tim digurom, digurom tînim heta dûvî û paşî dihêlim û diçim. Ez bi xwe bi daleta xwe têm pêhnan, ez bi xwe çi aramî û huzûra nadime ber xwe, ez bi xwe me, qesasê serê xwe! Ez bi xwe me, xweliya serê xwe!… Weha gote xwe, bi qehr! Bi kerb! Diranên xwe qirçikandin, rabû, deng li ber guhên wî deng vedidan: Kurikê şûm, kurikê şûm î bêyom!…

Çavkanî: Xendan

Kurmancistan: Hin pirsgirêkên ji hêla rêziman û wateya peyvan di vê nivîsê da hene.

  1. Elî Receb Zade
    ۲۵ مرداد ۱۳۹۴ در ۲۲:۰۰ | #1

    Silav u rêz
    Gelek dijwar bû û ji hêla rêzmanî de jî lawaz bû
    sipas hevalê Berat