خانه > * ادبیات - Wêje - وێژه > Çîvanok, hevpeyivîna zarokane bi jîngeh û xwezayê ra

Çîvanok, hevpeyivîna zarokane bi jîngeh û xwezayê ra

Çîvanok, hevpeyivîna bi jîngeh û xwezayêÇand û wêjeya kurdiya kurmancî tijî ji hêmanên folklorîk e ku nîşana dewlemendiya wê û neynik û hîliyek ji şêwaza jiyanê û bawer û erf û edetên kurmancan e. Yek ji hêmanên wêjeya folklorîka kurdî “Çîvanok“ e. Çîvanok cûrek zimanê zarokan li çarçova çîrokê li kurmancî ye. Çîvanok di çarçoveya kurtehelbestan tê gotin. Çîvanok zêdetir ji bo zarokan tê gotin lê carna jî kesên temendirêj digire ber xwe.

Çîvanok zimanê hevpeyivîna ligel jîngeh û hawirdorê ye. Hevzimaniya ligel xweza û hêmanên wê, hevzimaniya ligel firinde û gihayan, hevpeyivîna ligel heyv û stêrkan, hevzimaniya ligel şiya û kaniyan.

Çîvanok li cî û deverên cûrbicûr ên kurdnişîn li ser zimanê kurmancan hene. Li vir çend mînak ji çîvanokên kurmancî hatine rêzkirin:

Li Xorasanê:

 

A – Zîle zerê

Zîle zerê,

Verkev derê,

Ez xurînim,

Te biwînim

B – Pîrê Pîrê

Pîrê Pîrê! Heminde

Ser xanî te bilind e

Kuvarkekê wi min de

Serê lawî te kur dekem

Têm sa te ra hevîr dekem

C – Hîvo Hîvo

Hîvo Hîvo ,

Zengul zîvo ,

Bavê te hevîr kir ,

Diya te fetîr kir ,

Bane aqa mîr kir ,

Parê te je bîr kir

Çend Çîvanok ji derveyî Xorasanê

A

Carekê, cebarekê,

Çil kew firrîn ser darekê

Car hate caran

Xeber hate zaran

Sêvên sor para,

Heval û guhdara

B

Baran hat tertik hilya,

ba hat qirşik firya,

hingî kêzê kenya kenya

rovî tirtirka wê qetya.

C

Çîrokê çîvanokê,

xetxetokê,

golka xalo çû pişt malo,

ne gur dixwe ne diz dibe..!

Ç- Bilo

Bilo bilo bavê min,

Tiştek ketiye çavê min

Xwelî be bihele,

Darik be bipeke

Kevir be biteqe.!

D- Mişko

Ha gidî mişko

De gidî mişko

Tu dijminê nanê hişko

Tu dijminê nanê hişko.

Ha gidî mişkê wusa kovî

De gidî mişkê wusa kovî

Tûr û barê me kir nîvî

Ax, ax, ax, ax, ax..

Çavkanî:

۱ – Xweza li helbestên zarokan ên kurmancî – Gulê Şadkam

 http://www.ellahmezar.ir/?p=13745

۲ – vekolandina meteleke kurmancî – Celal Damen Efşan

http://www.ellahmezar.ir/?p=25071

۳ – Sirûdên mektebxaneyî û numayîşî li gundên kurd û tirknişîn li bakûrê Xorasanê – Kelîmullah Tewehudî

http://www.ellahmezar.ir/?p=1429

۴ – ÇÎVANOK û TIŞTONEK / Tiştonek(Mamik) û Ramangeriya Zarokan

http://www.ellahmezar.ir/?p=31260

Berat Qewîendam