خانه > فرهنگ و آداب و رسوم - Ferheng û Fûlklor فه‌رهه‌نگ و فوولکلۆر > ÇÎVANOK û TIŞTONEK / Tiştonek(Mamik) û Ramangeriya Zarokan

ÇÎVANOK û TIŞTONEK / Tiştonek(Mamik) û Ramangeriya Zarokan

ÇÎVANOK û TIŞTONEK  / Tiştonek(Mamik) û Ramangeriya ZarokanTiştonek (mamik) cureyekî lîstik û pirsên devkî ye ku zîrekî û şarezayiya mirov pê tê pîvan. Ew bi piranî di nav zarok û ciwanên negihîştî de tên bikaranîn lê kesên gihîştî jî ji bikaranîna wan ne dûr in. Hîma mamikan ji pirs û bersivan pêk tê û bi riya tiştine hemşêwaz mebesta tiştine din tê kirin, ango dihêlin hişê mirov bi giştî û zarokan bi taybetî tevbigere û asoyên ramangeriya xwe fireh bike.

Di mamikan de lîstikvan dibin du bere, bereyek mamikan vedibêje û bereya din jî bersiva wan dide. Delameta sereke ya mamikan ew e ku zarok wek çek hem ji bo lîstikan û hem jî ji bo pevçûnên devkî (guftûgoyan) û bêhnvedanê bi kar bîne. Di nav zarokan de ew zîrekiya hev bi mamikan dipîvin û van mamikan wek amûrên alîkar ji bo ku li dijî rikberên xwe bi ser bikevin bi kar tînin (ev jî dîmenên ku qora yekemîn di kesayetiya zarok de wek mirovê teqez ji pêşerojê re ava dikin) çimkî wek tê zanîn zarok di rêveçûna jiyana xwe de her tim zarokên hember xwe wek rikberan dibînin, lewma dema ew mamikan bi kar tînin û di dewsa pevçûnên xwe de wan wek alavên serkeftinê li dijî hev bi cih dikin, ew hîs dikin ku li dijî rikberên xwe serkeftî ne, nemaze dema ku mamikekê raberî hevrikê xwe dike û ew jî nizanibe, di vir de regezên jixwebaweriyê li nik zarok her ku diçin damarên xwe kûr berdidin. Di mamikan de cureyên cihêreng hene, ew dibe şênberî an jî razberî bin. Hin mamik wek pêşbirkan tên lîstin û ew ê ku zanibe tê xelatkirin, lê heke nizanibe ew dê bê sezakirin. Têgeyên mamikan li dorî her tiştekî ser rûyê zemîn digerin, ji diyardeyên xwezayî, xwarin, fêkî, dar, giya, laşê mirov, lawir û çivîkan bigire heya amanên ku di malê de tên bikaranîn…hwd.

Tiştê herî balkêş di bikaranîna mamikan de ew e ku dihêlin zarok bi teşeyekî sirûştî bi zimanê zikmakî biponije û heyranok û hevokên xwe bi wî bihûne, zarok bi van mamikan gencîneya bêje û biwêjan di bîreweriya xwe de kom dike û terzên gengeşî û danûstandinên xwe bi derdora xwe re cihêreng û xurt dike. Wek çawa ziman dihêle zarok ramangeriya xwe vebêje, mamik dihêlin ew vê ramangeriyê firehtir û bigirêktir bike û di encamê de tevahiya behreya xwe ya hişmendî pêş dixe. Ev mamik beşek ji heyberên folklorîk bi giştî û ji folklora zarokan bi taybetî ne, lewre heke bê xwestin ku derûna zarok baş bê naskirin, divê ev mamik wek hemû heyberên ku zarok di jiyana xwe a taybet de diafrîne bên vekolandin û dahûrandin.

Çend mînak ji mamikan
Pirs: tiştekî min heye li ser refikê dide defikê?
Bersiv: çire ye
Pirs: tiştek heye ser text e bin text e di nav de pîreke bêbext e?
Bersiv: kûsî ye
Pirs: tiştekî min heye bi rihên xwe ve daliqandî ye?
Bersiv: derî ye
Pirs: zerika (tasek) sorik tijî morik, çiqas tol bike narijin?
Bersiv: hinar e
Pirs: hilindir pilindir law ji bavê bilindtir?
Bersiv: dûman e
Pirs: tiştekî min heye diçe û li paş xwe nanihêre
Bersiv: av e
Pirs: tiştekî min heye tirba (gora) xwe bi xwe dikole?
Bersiv: dilopa avê ye
Pirs: tiştekî min heye çiqas bixwe têr nabe?
Bersiv: agir e

Dema ev mamik ji zarok tên pirsîn ew ne tenê li bersiva wan digere, lê ew berî kelexa vî tiştî di serê xwe de nîgar dike û bêtirî girîmanekî (egerekê) di serê xwe de diafirîne. Li vir du mifayên bêqam ji kesayetiya zarok re peyda dibin: Yek, ev tişt dihêle zarok ramangeriya xwe bigerîne û melevaniyê di pindara xwezayê de bike û bi dehan tiştan di solixekê de di ber hişê xwe re derbas bike, mebest jî teqez ev e, ku hişmendiyeke livok û fireh di bîreweriya zarok de peyda bibe û asoyên aqilê xwe bêsînor bike. Du, wek ji mînakan jî dixuye ev mamik bi KURDÎ ne, ango tevahiya ramangeriya zarok dê bi kurdî be û baş tê zanîn ku lîstik yekemîn regezê ku zimanê zarok diçîne û tiştê ku zarok di temenê xwe yê zû de pê lîstiye heya mirinê ji serê wî naçe, ev jî hêmana tev girîng ji bo zarokê kurd e ji ber ku dibistanên fermî ên Kurdî di bin nîrên dagirtinê de nîn in, lewma zarokên me hêj rûpeleke sipî ne dibin dîlên ramangeriya biyan û ji dema ku pêdivî pê heye ew bi Kurdî biponijin û xwezayê di hişê xwe bihûnin, ew bêhemdê xwe berevajî dikin. Nexwe heyberên me yên folklorîk dibistaneke sirûştî ne û em dikarin zarokên xwe bi teşeyekî serbest û dilxwaz fêrî ramîna Kurdî bikin.

Li dawiyê, tiştê tev girîng ew e ku ev heyberên navborî divê her tim li ber destên me bin, ango divê ew bên komkirin û parastin, ev jî tew ne zehmet e, ez bawer im, her yekî ku vê nivîsarê dixwîne, qet nebe dehan ji van mamik, heyranok û tiştonekan dizane, lewre pêdivî ye tu wan niha kom bikî û li ser kaxizekê binivîsî, deh ji vir û deh ji wir hejmar dê bibe bêtirî hezaran û ez bawer im hebûna van mamik û tiştonekan di nav zargotina Kurdî de bêsînor û hejmar in.

Ev tiştonek jî ji bo bersiva we ye.
Tiştekî min heye pirça kara (ên bizinan) li ser dara, Ev çi ye?

Mihemed Elî
efrin2612@hotmail.com
(Ji Kovara Tûrik)

***

Çavkanî: http://www.dengemamoste.com/modules.php?name=News&file=article&sid=29