خانه > داستان - چۆرک - Çorik > XAPXAPOK – Yildiz Gultekîn

XAPXAPOK – Yildiz Gultekîn

XAPXAPOK - Yildiz GultekînXAPXAPOK – Yildiz Gultekîn
Xapxapok (kund, bûm) li ba me çivîkek bêyom e, ew xapxapok li ser xaniyê kê deyne ji wan re bêoxiriyê tîne. Lewma tu kes li van deran ji xapxapokan hez nake. Di biçûktiya min de carinan behsa xapxapokan dikirin mezinên me. Digotin ew xapxapok zarokan didize û dibe ser kendalên kur û diavêje, lewma ji biçûktiya xwe de ez ji wan xapxapokan ditirsim, ez xapxapokan li kîjan deran bibînim jê wê derê direvim.

Dayika min digot ew xwe dike dilqê mirovan û zarokan dixapîne û ji malê dûr dixîne. Nizam lê carinan xweşikbûna wan bala min dikişîne û carinan jî xwe ji wan dur dixim. Wexta ku ez wan bibînim, gotinên dayika min tên bîra min. Ev çendek e em di nava zevî û çayiran de gîha û genim diçinin, ji ber vê jî me xwest çend heb palê bên alîkariya me bikin. Me li hemû deran çav gerand, ji bona çend kesan. Sibetirê pênc heb pale hatin ber deriyê min sekinîn, min ji wan re xwarin û av û çayê û dewê sar hazir kir û em ketin ser riya zeviyan.

Heta danê nîvro em baş xebitîn, hema hema me nîvê zeviyan qedand, paleyan wisa sivik û bi lezgînî karê xwe dikirin ku ez nedigihîştim wan, ez herdem li pey wan dimam, ne tenê ez, yeke din jî li pey min dima. Ew jî pale bû û bi tevî wan paleyên din hatibû, min bala xwe dayê wê xwe li paş dihişt, di destê wê de têlefonek, li der û dora xwe mêze dikir û bi dizî bi wê têlefonê xeber dida. Berê min got qey zarokên wê li malê hene û tenê mane, lewma wisa karê paletiyê nake, hema bi têlefonê xeber dide.

Ez çûm ba wê, min xwest ez bizanibim ka derdê wê çi ye! Min jê pirsî; gelo zarokên te li malê tenê mane, ger tenê mane, tu dikarî wan bînî vir û ez dikarim li wan binêrim, zikê wan têr kim û wan bikim xewê. Got; na, zarokên min tune ne, hema ji xwe re carinan têlefona min lê dixe, ez jî nizanim ka kî li min digere. Min jî got; na na, bawer bike tu wan nas dikî ku ev ji serê sibê de ye tu bi têlefona xwe re mijul î, ger zarokê te tune ne û kesekî ku li benda te tune ye, divê tu jî alîkariya me bikî. Got; ma tu kor î, va ye ez ji wan zêdetir dixebitim, ew disekinin, ne ez.

Ger tu ji xebata min razî nebûyî pereyên wan saetên min bide ez ê herim. Min got; wele min ji bo xerabiyê negot, min xwest ez derdê te fêm bikim. Hema bi vê gotina min re, ew gihayê me ji serê sibê de berhev kiriye, kete nav wan û hemû belav kir, ew paleyên xwe gîhandin wê, destê wê ji nava wan gîha û baqên geniman derxistin. Wê xwe ji nav destên paleyan derxist û xwe da aliyê din ê pêşiya me û rûnişt. Her ku me serê xwe bilind dikir, ew li cihekî din sekiniye û li me mêze dike. Dîsa jî gunehê min pê hat, min xwest ez herim cem wê û hinek xwarin bidim wê. Paleyan got; metê, dev jê berde, em jî wê nasnakin, em nizanin ji ku derê hatiye, hema serê sibê me dît ku ew jî ketiye nav koma me û hatiye. Xuya ye ew ne ji van deran e. Dîsa jî min got guneh e, ez herim xwarinekê bidim wê. Wexta ku min xwe gîhande wê, ew ê ew kevirên li der û dora xwe hilda û avêt min…

  1. مرضیه شادلو
    ۱۵ مرداد ۱۳۹۴ در ۱۲:۵۰ | #1

    با سلام و خسته نباشید. در گذاشتن مطلب از خانمهای کرد بسیار ضعیف عمل می کنید. کلا نقش کمرنگی در جذب زنان کرد به مشارکت فرهنگی در حوزه کردی کرمانجی دارید. حتما نیاز نیست مطالب شما از زنان کرد خراسان باشد. سهم زنان باید در سایت شما به نصف افزایش پیدا کند .لطفا دوراندیش باشید و زمان را به راحتی از دست ندهید.البته انتظار ما از سایت شما زیاد است.
    mal ava. serkeftina we hêvîya mine