خانه > چیستان - Mamik - Tiştanok مامک - تشتانۆک > چند چیستان (تشتانوک) کُرمانجی Tiştanokên kurmancî

چند چیستان (تشتانوک) کُرمانجی Tiştanokên kurmancî

چند چیستان (تشتانوک) کُرمانجی Tiştanokên kurmancî۱٫Mange za pizdan li ser darê ma (SÊPÎ Û MEŞK)
۲٫Tendora ximximî ti de nanê genimî (DEV)

۳٫Dudiyan pilepil e çaran şerqeşerq e bi dû ketye hizar û du gele (GUH U LING U DOÇA HESPÊ)

۴٫Toximê xalok taêm çalok ta heft salan (TOXIM ORÊNÇE)

۵٫Şîrînok li sepetok’ sepetok li kure pok’kure pok bi rê ket xwediyê wî jî bi dû ket. (TIRÎ U SEPET U KER U XWEÎ)
۶٫Sandiq’sandiq semenî tu pal medî deşkênî (JINA DU CANE)

۷٫Mare mare mar nîne, Giya xore kar nîne, Hestê u çerme dar nîne. (KOSÎ)
۸٫Çûme derekê giştê çûkê qirr kirê (TAYÊ XALIYÊ)

۹٫Tiştek minî tiştanî li ber kevrê, Siltanî ne heniye ne panî. (HÊK)

ELÎ RECEBZADE

  1. Elî Recebzade
    ۱۷ آبان ۱۳۹۵ در ۰۶:۰۳ | #1

    @ناشناس
    Rêz û silav
    Sipas heval pir xweş bûn
    Bimînî di nav xêr û xweşiyan da
    ♥♥♥♥♥♥♥

  2. ناشناس
    ۸ آبان ۱۳۹۵ در ۰۰:۵۹ | #2

    Gava min ve tiştanokene xwandin, du û sê tiştanokên din hatin bîra min ku jê dudu dişibin tiştanokên 2 û ۵٫ Ew jî ev in: Şikefta reş, hundir tijî gayên beş (DEV).Şîrnok li darnok, darnok li gupêl, gupêl bi rê ket, î çar pa-yî boçrep bi pê ket (TIRÎ, MIHRE/SEPET, KER Û KUÇIK). Vî alî dar, wî alî dar, ortê de zinar, serî de hefsar (LOQ). Dema em zarok bûn me carna bi heçî li çûçikan dixist. Îcar diya min li ser navê çûçikan li min şîret dikir û digot: Xwîna min kevçîyek e, guştê min parîyek e, gunehê min xanîyek e
    Di heyama zarokatîyê de me pir tiştanok, metelok, çirok, şîret û hwd. dibîstin. Lê mixabin ji ber ku em wan di jiyana xwe de bi kar nahênin hêdî hêdî ji bîra me diçin. Lewra kesên ku tiştek di bîra wan de maye divê li cîyekî binivîsin da ku ji nav nere/neçe