خانه > داستان - چۆرک - Çorik > Behram û mêrikê avfiroş

Behram û mêrikê avfiroş

Behram û mêrikê avfiroşDi serdema qiraliyeta Sasaniyan da mêrikek li  bajarê Tîsfûnê dijiya ku herî mêvandar bû û karê avfirotinê dikir.

Rojekê paşayê îranî yê sasanî, Behremê pêncem bi kincên bedel û guhertî tere derê mala vî mêrikî û dibêje ku ji iryeke dûr hatiye û du rojan şûnekê ji bo bêhnvedanê dixwaze.

Wî mêrikî bi kêfxweşî pêşwaziya ji Behram kir û got ku tu li mala min bimîn ta ku ez herim û kar û xebata xwe bikim.

Mêrik çû û heta ku bi şe kir av firot û piştra tev fêkî û mêwe û xwarekên xweş vegeriy ba Behram.

Behram pêbaweiya xwe bi mêvandarî û qenciya mêrik anî, lê dixwast ku wî mêrikî zêdetir biceribîne.

Loma berî ku mêrik ji bazarê vegere çû derbara xwe û got:

Destûr bidin ku mafê tu kesî tine ku ji vî mêrikî li nav bajêr avê bikire.

Sibeya vê rojê mêrikê avfiroş bi Behram ra got ku tu li mal bimîn heta ku ez herim li dû karê xwe.

Mêrikê avfiroş her çiqas ku li koçe û kolanan û bazarê geriya kesek jê av nekirî.

Di dawî mêrikê avfiroş meşka xwe ya avê firot û tev mêwe û xwarekê hat ba Behram.

Behram jê ra got: Te çere îro dirav bi dets xist?

Meger te negot ku tu kesî ji te av nekirî?

Mêrik got: Min meşka xwe ya avê firot, tu xem neke, ezê ji sibê û piştra karekî din ji xwe ra bikim.

Behram piştî vê yekê roja din vegeriya derbarê xwe û dîsan bi kincên guhertî û bedel çû ba bazirganê herî dewlemend ê bajêr ku ew bi xwe ji axayan bû û pê ra got ku ez li vir mêvan im û lid û ciyekê digerim.

Mêrikê dewlemend ne tenê Behram qebûl nekir belkê bi derbê qamçiyan ew ji mala xwe derxist.

Rojtira din Behram li halê ku li ser texta xwe ya paşatiyê rûniştibû her du yên bazirganê dewlemend û avfiroş vexwendin.

Her duyan dîtin ku ew mêrika şahê şahan, qiralê Îranê bûye û ji ber vê yekê pirr tirsiyan.

Behram gelek sipasiya mêrikê avfiroş kir û ew ji ber sinc û reftara wî ya qenc bi dilovanî pêşwazî kir.

Behram destûr da ku gişt mal û darayiya bazirgên jê bistînin û bidin mêrikê avfiroş ta bizane ku meriv heta eger herî zêde jî reben û belengaz be pêwîst e ku şerafet, mêrxasiya xwe biparêze û qenciya xwe li mêvanan bike.

***

Tîsfûn navê paytextekî Îrana kevnare ye ku li Iraqa îro cî girtiye. Tîsfûn di serdema Eşkaniyan hat avakirin û nêzikî şeşsed salan yek paytextên Îranê bû. Ev bajara paytexta şahenşahiya Eşkaniyan û piştra Sasaniyan heta berî serkeftina ereban li ser Îranê bû.

Wergera ji farsî: Berat Qewîendam

  1. Elî Receb Zade
    ۶ مرداد ۱۳۹۴ در ۲۱:۳۵ | #1

    .Silav û rêz
    Sipas ji te re hevalê hêja pirr balkêş bû
    ……MALAVA…….