EVÎNKUJA MIN! – Aras Hiso

EVÎNKUJA MIN! - Aras HisoAras Hiso – Kobanê

EVÎNKUJA MIN!
Ez di spîtaya çavên te de
Roj bi roj tême bextê te
Di nava dilê te de
Dîtina bişirîniya te hîs dikim
Ma hînê çendî caran?
Tu yê min bikujî û goştê min ê sotî li çeqel û roviyan wer bikî
Lê ez her çiqas ji bona te dimrim û hîn jî hezkirina min bi pêgerên şopê te re berztir dibe
Ew hêviyên ku bi xweşxweşokên mirina min re pêl dide wekî bi dara spîndarê ve hildikşe
Û hildikşe… hildikşe…
Wekî nîvmiriyekî bi biskên keziyên te ve hildikşim
Dîsa bayê bîranînan li keziyên te dixe û ez ji nû ve ji ezmanê dilê te tême xwarê
Û di pêlên şevistana xwe da ker û lal dimînim
Dîsa dimrim evîna minê!…
Tu bûyî kujera min, tu bûyî kujera dîtina min, tu bûyî kujera hestên min e di sipeheke sar ya qeşa girtî de.
Weylê ji bo tu min bikujî ma hînê çendî caran tu yê min bikujî?
Kujerheza min!
Vê şevê ez di goristana xeyalên te de hatim binaxkirin.
Û li ser serê min hate nivîsandin
Evîna wendayê.
wêne: ji kovara Nûdemê

EVÎNKUJA MIN! - Aras Hiso