خانه > * شعر کرمانجی - Helbestên Kurmancî, Lavlavok > Dev li̇ ken, lêv û çen, xweş beden; Cegerxwîn

Dev li̇ ken, lêv û çen, xweş beden; Cegerxwîn

Dev li̇ ken, lêv û çen, xweş beden; Cegerxwîn

Di̇l kuştiyê awi̇rên çavên wê
Dîl gi̇rti̇yê reşmûyên çavên wê
Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn

Li hember mi̇n rabe ser xwe weke roj
Li̇ ber sîngê cana mi̇n de ket bi̇şkoj
Navzi̇rav rû gulav ser di̇lav

Yarê ez kuşti̇m li̇ mi̇n nabe êvar
Derman çi ye kes nizane bes yar
Renge rû tarî mû rinde rû

Mi̇n dil daye buhayên du sêvan
Mi̇n can daye buhayên du lêvan
Dev li ken, lêv û çen, xweş beden

Cegerxwîn