خانه > * شعر کرمانجی - Helbestên Kurmancî > Bihara me zivistan, zivistan tal e tal e

Bihara me zivistan, zivistan tal e tal e

Suxra Seadetmend. - صغری سعادتمندSuxra Seadetmend – Şîrwan

Bihara me zivistan, zivistan tal e tal e
Je dû mêşezere ra, her ro gul dewi kal e
Hîlî şeyê xwe hilîn, dayîne derê biroşê
Nîşane girt dilê mê, keçka meskefiroşê
Qaşek sîvê qeliştî, sewa me kirne mane
kenê lêvan we me çi, yê we bîra me nan e
Bigurmij xwe bixapîn, le ser me we dûman ke
Je hewesan vegerîn, qeranê we toman ke
Mîna qirka ser dîfîl, je vir herim bê xeber
Ew dora nika ret bû, kes nageriye le ber
Birînî gewriya xwe, sa merxê daweşînim
Herayî lê lo bê dilo, derdê kê bilivînim
Kenê cayîl û cewanan, bar kir je ser lêvê wan
Hewa nika sar bûye, hernî reda paryêk nan
Ser şiklê te sor bûye, mîna dendika narê
Dilê me gurse gurse, mîna xalya le darê
Şewatê da dilê me, te carê ser hilanî
Mîna keweka bê bask, le hemberî me danî
Ez û tu qeftandinî, kela bê sera pewa
Îşev çiqes jî herin, riya me nawe teva

***

***

Kurte Ferheng:

Mane: Biyonî, Mehne

Meske: Nivîşk

Qeftandin: Qewtandin

Hîlî: Neynik

Mêşezer: Moz

Şelpe: Belgê daran

Merx: Darek timêşe kesk li çiyan

Qaş: Lib

Dîfal: Dîwar

Sera: Jor

Pewa: Jêr

Li Xorasanê Bi, Li, Ji wek We, Le û Je tên bikaranîn.

***

***

Suxra Seadetmend. - صغری سعادتمند

  1. Musa nobahar
    ۲۲ تیر ۱۳۹۴ در ۱۷:۴۴ | #1

    مرحبا بانوی فرهیخته شیروانی.
    افتخار همشهری ها هستید خانم سعادتمند.
    موفق و سربلند باشید.

برگه نظرات
1 2 29937