خانه > نثر ادبی Pexşan > طبیعت چه زمانی سخن می گوید؟ XWEZA KENGÎ DIPEYÎVE

طبیعت چه زمانی سخن می گوید؟ XWEZA KENGÎ DIPEYÎVE

طبیعت چه زمانی به سخن می آید؟ XWEZA KENGÎ DIPEYÎVEXWEZA KENGÎ DIPEYÎVE?

Aramî bêdengî ye lê belê dengê axê yê ku ji zuhabûnê xilas bûye û gihîştiye dilopên jiyanê. Aramî, ya me ye di dilê me de ye. Ji ber ku berf û baran hat û em ji kaniyên ku biharê diçikin xilas bûn û gihîştin kaniyên jiyanê yên ku her dem diherikin. Hêdî hêdî berf tê û bi barîna berfê re bêdengiyek dibare. Di demên wiha de her çiqas ez dixwazim bipeyivim jî peyv ji min nayên der. Di kêliyên wiha de her peyvek giraniya polê digire ser xwe û wekî çûkeke ku bênefes li banî maye, li cihê xwe dimînin.
Ez ê bêjim dîl ketin nabe, bê hêzbûn nabe. Nabe ji ber ku di wê kêliyê de, hestên neyînî nayên bîra min. Ez peyvên xwe yên li ser lêvên xwe kom dikim, wan peyvan dîsa li ser dil bi cih dikim û stûyê xwe li hemberî qanûnên xwezayê ditewînim. Dizanim ku ez zarokê wê me. Bi vê hestê ve dipejirînim xwesteka xwezayê û bêdeng dibim. Bêdengî li min nayê, lê ji bo ku dengê xwezayê bibihîsim û dengê xwe xweştir bikim, guh didim dar û beran, ba û bahozan, erd û ezmanan, av û agir, êş û ax û her tiştî.
A niha di xwezayê de aramiyek bêsînor heye. Ez çawa bi nav bikim vê yekê? Binavkirin dijwar e. Ji ber ku binavkirin jî di aliyekî de sînorkirin e. Dema ku em tiştekî bi nav dikin, em vê tiştê bi sînor dikin. Yên ku sînorên xwe napejirînin, bi şertê ku navê xwe biguherînin dikarin xwesteka xwe pêk bînin. Ji ber ku fêmkirina me li gorî gerdûnê pir bi sînor e. Biçûk e, kêm e û lawaz e. Ji bo wê jî em li gorî xwe tiştan bi sînor dikin, da ku em fêm bikin û bikaribin jiyaneke asayî bijîn. Li hemberî vê yekê jî hebunên xwezayî bêsînor in.
Lê dîsa jî em mirovin û em dixwazin şûna tiştan di dilê me de bi taybet hebe. Gelemperî jî tiştên xwezayê. Mixabin em wan cihên taybet ji binavkirinan ve ava dikin.
Dema ku aramî tê gotin bêdengî tê bîra min. Ji ber ku piştî xirecirên mezin, dema ku gihîştina armancê çêdibe mirov dixwaze bêdeng bibe û guh bide encamê.
Ruhê encamê çi ji mirov re bêje mirov dixweze bibihîse. Di xwezayê de her hebûn bi hebûna xwe diyar dibe. Danasîna xwe bi xwe vedibêje.
Ji bo dengên kûr bibihîsin jî pêwîst e mirov bêdeng be. Bi wî rengî parçeyên xwezayê jî bêdeng dibin, da ku em dengê aramiyê bibihîsin. Lê belê her bêdengî nayê wateya aramiyê.
Aramî hinek ji bihîstinê qîrîna di nava bêdengiyê de ye. Pir caran xweza bi dengekî bilind dipeyve û dixwaze dengê xwe bighînin me. Ji ber ku xweza bi mirov re watedar dibe. Ger mirovên ku fêkiyan bixwin tune bin, mirovên ku bi hejandina pelên daran ve stranan bibêjin tune bin, mirovên ku dengê bablîsokên di dilê xwe de zindî bikin tune bin, mirovên ku tovên kulîlkan li her derê belav bike tune bin, dê çawa xwezayê hîs kirine û jiyabe?
Em nabêjin xweza bi me heye, lê em dibêjin xweza bi me xweşiktir dibe.
Ev yek, wekî bersiva jiyana azad û lihevkirî ya bi xwezayê re ye ku em ji dengê xwezayê ev rastî dibihîsin. Cihên ku mirov lê dijîn her dem ji cihên taniha xweşiktir in. Ger mirov bi rengekî nebaş xwezayê bi kar neyne û bi qasî ku ji xwezayê digire bide, ger ji paqijiyê bigire heta berhemên xwezayî zêdekirina bi xwezayê re têkiliyekî wekî xwişk û bira bijî, cihê ku ev mirov lê bijî xweşik dibe. Ji ber ku xweza jî zimanê mirov fêm dike û bersiva xwe bi xemilandina derdorê re dide. Bi va rêkê jî têkiliyeke parvekirî, parvekirineke azad, azadiyeke bêsînor tê afirandin.
Em vegerin ser mijara xwe ya destpêkê. Aramiyek heye, heta ku em hîs dikin. Sedemên aramiyê çi ne? Ev demeke dirêje xweza li benda barînek bû da ku di sîngê wê de jiyanên biharê şîn bibin. Ev demeke dirêje ne berf ne baran hatibû. Ev demeke dirêje xweza di nava kaosek de bû û ji xwe dipirsî ka dikare çawa bijî. Carna bi sebir li bendê ma û xwe bêdeng kir, carna hêrs bû û bahozên mezin rakir, dengê xwe bilind kir. Carna jî bi bayê nerm û nazik re zîzînî anî ji pelên zer û hişk ên li ser daran mayî re bû awaz û banga avê kir.
Xuya ye ku îro dem hatiye. Ji ber ku îro av guh da bayê û bi dilopên baranê re, bi libên berfê re hêdî hêdî hat û ket ser canê axê.
Di nav serûbinbûyînên mezin de, rêk û pêk bûyînek ava bû. Xirab bûyîna hevsenga xwezayê li ser her tiştî bandor dike. Lê vê carê jî xwezayê, di nava xwe de hevsengiyek ava kir û xwe careke din ji bo biharê amade kir.
Ji bo dayînê, girtin di jiyana xwezayî de ahengiyekê ava dike. Yek digire deh dide. Bi wî rengî di navbera me û xwe de têkiliyeke bêdawî dihewîne. Em jî li gorî rêgezên vê têkiliyê pêwîste li xwezayê baş binêrin û li hemberî xwezayê diltenik bin. Da ku em jî, ji dil bikaribin bigihîjin aramiyê û bi aramiyê dengê dilê xwe bibihîsin. Aramî bêdengî ye, lê belê dengê axê yê ku ji zuhabûnan xilas bûye û gihîştiye dilopên jiyanê ye. Aramî, ya me ye, di dilê me de ye. Ji ber ku berf û baran hat û em ji kaniyên ku biharê diçikin xilas bûn û gihîştîn kaniya jiyanê ya ku her dem diherike, tu carî me ji bereketa xwe bêpar nahêle.

Jêder: Rojnameya Ronahî – DILZAR SARYA