Şeva Çêlle (Şeva Çileyê) anku Şeva Yeldayê

Şeva Çêlle (Şeva Çileyê) anku Şeva yeldayêŞeva Çille anku Şeva Yeldayê yek ji ceşnên herî Kevin yên îraniyan e. Ev ceşna hevdem ligel Şorişa Zivistanê û li şeva herî dirêj a salê ye ku li dû wê dirêjahiya rojan li nîvkoreya bakûrî ber bi zêdebûnê va tere.

Şeva Yeldayê yan wek ku kurdên Xorasanê dibêjin Şeva Çêlle ji dema rofirrîna (rojavabûn) roja 30`ê meha azerê (roja herî dawîn a payîzê û roja dawîn a meha 9`a tavî) û ۲۱`ê kanûnê dest pê dike û heta roverketina (rojhilatin) 1`ê meha dêyê anku 22`ê kanûnê ku yekem roja zivistanê ye didome. Malbatên îranî ji wan kurd bi giştî di Şeva Çêlle da şîveke baş ligel cûreyên mêwe û bi taybet zebeşan amade dikin û vê şevê heya sibê bi şadî û kêfxweşî li xwe sibe dikin. Piştî xwarin û vexwarinê şev bi Şahnamexwanî û xwandina helbestên wek Hafizê Şîrazî didome. Yên kal û pîr çîrokan dibêjin.

Yelda bi eslê xwe peyveke Sûriyanî bi wateya zayîn û jidêbûn e. Ji ber ku sûriyaniyan visan bawer dikirin ku Şeva Yeldayê hevdem ligel jidêbûna Îsa Mesîh e. di çanda îraniyan da Yelda anku Şeva Çileyê şeva zayîna mêhr û dilovaniyê ye. Yên rojavayî yelda ligel Noêl li ber hev danîne û romiyan peyva Natalîs ji bo zayînê bi kar anîne. Xisrîstiyaniyên sûriyanî peyva Yeldayê bi xwe ra anîn Îranê û ji demê û bi vir da hema wisan maye.

Şeva Çêlle li ba kurdên Xorasanê jî xwedan girîngiyeke taybet e. Di vê şevê da malbatên ku tezebûkek ji lawê xwe ra xwestine û hîn lawik di destgirtiyê da ye, xelat ji zêr û zîv û cil û bergên bûkê her viha cûreyên xwarinên rojane didin mala bûkê. Navê vê xelatê Şevçellegî ye. Agirpêxistin û lîstika bi êgir yek ji taybetiyên vê şevê ye.

Li vê şeva dirêj û reş
Mala we germ, dilê we geş …

Berat Qewîendam

Her viha:

Zivistan û baweriyên kurmancên Xorasanê li bara wê

Şeva Çêlle (Şeva Çileyê) anku Şeva yeldayê

  1. asal
    ۲۳ دی ۱۳۹۳ در ۱۸:۳۰ | #1

    ,واقعا جالب بود

  2. رسول
    ۲۲ دی ۱۳۹۳ در ۰۲:۱۹ | #2

    باسلام
    دوستان عزیز سایت الله مزار اگر درمشهد هن کلاس برگزار میشه لطفا اطلاع رسانی کنید تا ماهم استفاده کنبم.
    باتشکر فراوان
    مالاوا