Zivistan û baweriyên kurmancên Xorasanê li bara wê

Zivistan û baweriyên kurmancên Xorasanê li bara wêBerat Qewîendam

Cîgeheke taybet a demsala zivistanê li ba kurmancên Xorasanê heye û bawerên li bara vê demsalê li nav xelkê hene. Ez dixwazim li vê nivîsarê hinek ji bawer û urf û edetên kurmancên Xorasanê di heyama demsala zivistanê da pêşkêşî we xwendevanên hêja dikin. Helbet Xorasan devereke mezin û berfireh e û kurdên Xoarsanê jî li zêdetir ji 20 bajarên mezin û biçûk û bi çend sed gundan belav bûne. Bi dehan eşîrên mezin û biçûk ên kurmanc li Xorasanê hene ku her yek xwedan taybetiyên cuda ne. Gelek kurmancên Xorasanê li deverên çiyayî û bilind û sar dijîn û hin kes jî gund yan bajarên nizim û germ wek Deregez, Layîn û hwd in û zivistanên wan ne pir sar in. Kurmancên mina hinek ji baçiyan, hêzolan, birîvanan, miliyan, qaçikan, qeremanan û yên din ku hîn jî di rewşa koçberiyê dijîn di zivistanan da ligel pezê xwe berê xwe didin aranên wek Merawe Tepeya parêzgeha Gulistanê, Serexê, Kaşmerê û derên din ên germtir. Diyar e ku anegorî her êl û eşîrê û gund û navçeyekê hin urf û edet û rêûresmên taybet hene ku kurmanc li demsala zivistanê xwe mijûlî wan dikin.

Ez li vir dixwazim hinek ji bawerî û rêûresm demsala zivistanê li herêma ji sedî ۱۰۰ kurdnişîn û çiyayiya bakûr-rojhilata Qûçanê ji we ra binivîsim. Destpêkê ez dixwazim navê hinek ji gundên vê deverê bînim: Xelikan, Keçeren, Gogan (Ceferqulî zengilî, helbestvanê kurmanc xelkê vî gundî bûye), Dudan, Canan û Çiran, Îg, Pîran, Tiwîl, Ellayan, Xadiman, Keykan, Dewletxane, Kela Xên, Qaçikan, Qazme, Derwendiya jorîn û jêrîn, Zengilan, hemzikan û hwd. Xelkê van gundan ji eşîrên cûrbicûr in: Baçiyan, Badilan, xelikan, Pîran, Kawan, Çûkan, Xadiman, Keykan û hwd.

Ji ber çiyayîbûna vê navçeyê piraniya xelkê ji berê va mijûlî xwedîkirina pêz û dêwîr her wiha cotkarî û baxdariyê ne. Piranî genim û ceh û nîsk û nûkan diçînin û baxên wan jî ji sêv û gwîz û tirî û hwd in. Em dikarin bêjin çavkaniya sereke ya debara xelkê ajeldarî û cotkarî ye. Zivistanên vê derê pir sar û çaxûn in.

Piştî danasîneke kurt li bara erdnigarî û gundên vê herêmê em vegerin ser mijara xwe. Ez qada lêkolîna xwe biçûk û biçûktir dikim û li vir hinek ji bawerî û rê û resmên di demsala zivistanê da li gundê me yê `Kela Xên` (Keleha Xên, Xan) ku min bi xwe di biçûkatî û nûciwaniya xwe da derbas kirine pêşkêşî we dikim. Piştî xermankutanê ku carna heta destpêka îlonê heta navbera vê mehê jî didomand, êdî xelkê dest bi nûkirina banên malan û laşkirina baxên sêv û gwîzê dikirin. Serê qefsê anku mîzanê (destpêka demsala payîzê) dest bi çandina gênim dikirin. Berî ku maşînên nû wek traktoran derkevin xelkê bi gan erdên xwe diajotin ku helbet gelek zehmetî didîtin. Helbet wê demê êdî kêmtir ker û ga ji bo ajotinê bi kar dianîn û piranî bi traktoran erd diajotin. Genimê ku vê çaxê diçandin genimî qefsî dihat gotin. Bi nêzikbûna zivistanê ra berf û çaxûnan dest pê dikir. Êdî pez bi şevan li çolê danedigirtin. Êvar ku dibû me radihişte çûyê xwe û diçûn li ber deriyê kûçê li benda kêrî diman. Kerî ku dihat her mîh yan beran û kavirek li xwediyê xwe digerî. Her kes li derê hewşê disekinî û dema ku kerî ji ebr derî malan derbas dibû bi “Hêzkirinê” û gotina Hêzhêz`ê pezê xwe vedixwendin hundir hewşê.

Şeva çêlle (Şeva Çileyê)

Payîz yan heman qefsa me bi dirêjtirîn şeva sale anku Şeva Çêlle (22’ê kanûnê û ۱`ê meha 10`an a tavî anku dêy`yê) bi dawî tê û zivistan dest pê dibe. Şeva Çêlle li ba gişt xelkê Îranê û ji wan kurmancan şeveke naskirî û binirx e. Xelk vê şevê bi kombûna li dora hev û bi xwarina mêwe û fêkiyan, bi zebeş û kundirên kelandî û dendik û xwarin û vexwarinên din li xwe sibe dikin. Malbatên ku lawekî wan bi destgirtî ye xelatekê ji xwarinên rojane, cil û berg û tiştên visa ji bûk û malbata bûkê ra dibin. Bi vê xelatê da `Şevçellegî` dibêjin. Ev şeva bi giştî şevek pîroz tê hesêb.

Çilegir û Çileqiçik

Şeva Çileyê li Îranê bi `Şeva Yeldayê` tê naskirin. Ji Şeva Çêlle heta 40 şevan anku şeva 1’ê sibatê (۱۰`ê meha 11`an a tavî anku meha Behmenê) dibêjin `Çellegir` yan `Çilleya Mezin` ku 40 roj in. Her wiha ji 1’ê sibatê heta 20’ê sibatê (destpêka meha Isfendê, meha 12`an a tavî) wek `Çelleqiçik` yan çilleya biçûk tê gotin.

Zivistan û `Geriyan`

Malbat di şevên Zivistanê da – helbet berê zêdetir û niha kêmtir – diçûn geriyanê. Geriyan çi bû? Me piştî xwedîkirina pêz û dêwîr û xwarina şîvê biryar dida ku em herin mala cînaran yan xizmên xwe. Carna jî me şîv nedixwar û dibûn mêvanê şîva wan. Yan jî ewna dihatin mala me. Ferq nedikir. Gelek çîrokên ku niha di guhê me da mane li van geriyanan ji me ra gotine. Mezinan ji mijarên rojane û rewşa pêz û kar û xebatê digotin û biçûkan jî guhdariya çîrokên dayîk û dapîran dikirin. Eger kesek dengbêj û sazjen hebûya stiranek (kulam) bi deng û sazê xwe dixwand. Xwendina kulamên kurmancî hertim li van civînan hebû:

Ez ki mest im mestê te me, hey lêlo gede,

Ez bazinê destê te me hey lêlo gede,

Her der herî ez ya te me, hey lêlo gede,

Hey lêlo gede, ûrxanê vede,

Şemalê Qûçanê sar e, dele min mede (dest le min nede).

Wê çaxê têlêvîziyon li malan tunebû. Ez qala salên 1990 û dû ra dikim heta 1995-6’an. Kehreba jî tinebû. Me bi batriyan (qûwe) li radiyoyê guhdarî dikir. Bernameya Kurmancî ji mêj va ji Meşheda navenda Xorasana mezin bi qasî saetekê belav dibû û gelek xelkê jê hez dikir. `Her gepek je derekê`, `Xalê Medqulî` û hwd. Wê çaxê li aliyê kasitên Remoyê Xelikî li her malekî peyda dibû. Dengekî xwe yê pir zelal hebû û gelek xelkê jê hez dikir. Carekê tê bîra min hatibû dawetekê û ez jî li odeya ku wî distiriya bûm. Dema ku dixwand destê xwe lis er guhên xwe datanî û piştî demekê ku dengê xwe radiwestand, bi çar tiliyan li paş guhên xwe işare dikir. Dema ku mezinekî jê pirsî ku Remo tu çima visa dikî? Got: Ez dema visa dikim kulamên min tênbîra min!

Elê gulê guldeste

Axiriyê xwe aware wûm je dest te

Ez karê xwe dewînmi xelko je şansê pest e

Le ba caylên xelkê gul timêşe sermest e

Şevek hatim elê lê, we mêvanî girda min

Ez aşiq im xecê can, kes nizani rinda min

Were henî elê lê, nav Delavan girdê can

Ez ramîsim elê lê, her du çavan girdê can

Îman tune elê lê, wax le dêbavan girdê can

Çarçar di navbera Çilegir û Çileqiçikê da

Bi heşt rojan ku çar rojên dawiya çileya mezin û çar rojên destpêka çileya qiçik digirtin ber ra digotin `Çarçar`. Xelkê visan bawer dikir ku serma herî zêde ya zivistanê li van heşt rojan e.

Sê şevên dawiya çileya qiçik

Sê şevên dawiya çileya biçûk anku ji şeva hejdehem heta şeva bîtem a sibat`ê (۲۸ heta 30`ê Behmenê), sê şevên taybet in. li van şevan bi pîrozbahiya bidawîhatina her du çileyan xelk bi taybet yên ciwan ji serê êvarê heta beşeke şevê derdikevin nav hewş û kolan û ser girêkan û bi coş û kelecaneke bêmînak bi êgir dilîzin. Dema biçûkatiyê me gogên xwe yên ji kincan û tiştên din ji çend rojan pêştir da amade dikirin û di nava niftê da datanîn ta ku rind niftê hilçine xwe û baş agir pêkeve. Bi gihîştina şeva yekem û daketina tarîtiyê bi dehan gogên agirîn li nav hewşan, li ser girêkan, li nav kolanan diçûn esmên û vedigeriyan. Dîmeneke taybet û coş û kelecanek çêdibû. Li nav hewş û kolanan endamên malbatê û der û cînar li ba hev li dora êgir kom dibûn û ji serê bazdidan û hin tişt digotin:

Çelle çû, mi dad û

Emen Demen (Ehmen û Behmen)

Piştî van sê şevan bi qasî deh rojan ji 20 heta 30`ê sibatê (۱ heta 10`ê Isfendê) `Hemen demen` dihat gotin. Helbet li hinek deverên Îranê `Ehmen û Behmen` ji 1 heta 20`ê sibatê dibêjin û bi bawer in ku Ehmen û Behmen du bira bûne ku di dema serma û çaxûnan da ji bo dabînkirina xwareka ajelan berê xwe didin çola û çiyan, lê dema vegeriyanê û li nêzikî malan ji ber serma zêde jiyana xwe ji dest didin.

Oskîlo Gîsklo

Piştî Emen Demenê bi qasî ۱۰ rojan ji 1 heta 10`ê adarê (۱۰ heta 20`ê Isfendê) Oskîlo Gîsklo digotin. Li vê heyamê hinekan dest bi çandina daran dikirin. Ciwanan hêdî hêdî xwe ji bo kuşniya Newrozê amade dikirin. Lê mijara herî balkêş `HevdeMal` û Kûmaca wê bû.

Hevdemal (Hevde Mal)

Di vê navberê da şeveke hêja û pîroz hebû ku jêra `Şeva Hevdemalê` (Hevde Mal) digotin. Ew şeva jî şeva 3`ê adarê (۱۳`ê Isfendê) ye ku ji wê şevê heta Newrozê ۱۷`ê şev dimînin. Li vê şevê ku kurmanc şeveke pîroz dizanin xwarinek bi navê `Kûmacê` çê dikin. Ew xwarina xweş ku ji ard û rûn û tiştên din çê dibe visa ye ku kevaniya malê dema ku hevîra wê distirê, moriyeke bi rengê şîn yan kesk dike navê. Dema ku xwarin amade dibe û tînin ser sifrê, bi kêrê bi qasî hejamara endamên malbatê ku hazir in dikin çend beş. Her kes para xwe hiltîne û di nav dewriyê xwe da datîne û bi vî awayî dest bi xwarinê dikin. Tişta ku li vir gelek balkêş ev e ku ev morî li para her kesî be û li devê her kesî xuya bibe, bi bawera xelkê ew kesek xwedîşans û bextewar e. Dibêjin ku di sala bê da dê rozî û nêmetên Xwedê bi ser wî/ê da dibare.

Di vê heyama salê êdî ev seramaya destpêka zivistanê işkestiye û eger jî berfek bibare zû dihele û vedibe. Carna bayeke tund lê ne weqes sar tê û berf û cemedan dike av ku jê ra `Bayê Kûwatê` dibêjin.

` Êşe pêşe`

Piştî Oskilo û Gîskiloyê ji 10 heta 15`ê adarê (۲۰ heta 25`ê Isfendê) `Êşe pêşe` tê gotin. Wer xuya dike ku navê wê ji ber vê yekê ku bi nêzikbûna biharê va pêşû û kurm û kêz êdî xuya dibin.

`Jinebî`

Piştî Êşe pêşeyê ji 25 heta dawiya salê `Jinebî` tê gotin û egera vê navê jî ew e ku dibêjin zivistan di van çend rojên mayî da girr û bêrehmiya xwe herî zêde nîşan dide.

Çarşema sor

Şeva çarşemiya herî dawîn a salê ne tenê li nav kurmancan belkê li gişt deverên Îranê wek Çarşema Sor (Çarşenbê Sorî) tê binavkirin ku van salan bi coş û kelecaneke zêde û bêmînak tê lidarxistin û her sal jî li bajar û deverên cûrbicûr gelek birîndar ji ber vê bûyerê çê dibin. Helbet ev babet li berê kêmtir li nav gundên kurmancan hebû yan ez bêjim qet tunebû û pirtir sê şevên dawiya çileya biçûk weku li jor hat gotin, bi lîstina bi êgir pîroz dikirin.

Eyda Gir (Newroz)

Di dawiya zivistanê jî da Newroz yan visan ku kurmancên Xorasanê dibêjin `Eyda Gir` tê.

Gelek babetên folkolorîk û taybetiyên çandî yên kurmancên Xorasanê hene ku mixabin nehatine nivîsîn. Dema ku em li çand û folklore kurmancên Xorasanê dinêrin gelek babetên hevpar ligel kurmancên êzdî, elewî û her viha yên din li deverên cûrbicûr wek Ermenistan, Anatoliya Navîn, Dêrsîm, Semsûr, Sêwas û hwd hene.

Tevî ku gele xebatên hêja li ser nasnameya kurmancên Xorasanê hatine kirin, lê sed heyf û mixabin ku hertim çand û folklore di bin sîbera lêkolîn û xebatên di warê dîrokî da nehatine berçavgirtin û em kêmtir dibînin ku berhemeke baş li vê barê hatibe nivîsîn.

Kiloça serê salê li cem êzdiyên Ermenîstanê

نگاهی به آئین های چهارشنبه سوری در میان کُردها / (خَلَه خَلتَه ، هِکِ تی کَه ، سَر پُخُریک)

هنر در ادبیات کلاسیک و فرهنگ عامه (فولکلور) کردی – مقدمه

زمستان (Zivistan) در باور مردم کُرمانج شمال خراسان

  1. Saeed Diyar
    ۸ دی ۱۳۹۴ در ۱۲:۲۶ | #1

    Silav û rêz
    pir sipas