پنجار (PINCAR) و جایگاه آن در زندگی، فرهنگ و ادبیات کُردی
برات قوی اندام – قوچان
در زبان کُردی به گیاهان قابل خوردنی که در فصل بهار می رویند پنجار (Pincar) می گویند. برخی از این گیاهان به صورت خام خورده می شوند و برخی دیگر به صورت پخته در ترکیب انواع نان های محلی استفاده می شوند. به این گونه نان های محلی که در ایام بهار و وفور و فراوانی پنجار، در روستاها پخت می شود نانێ یێگنجه (Nanê Yêgince) گفته می شود. گیاهانی مانند کهرهنگ (Kereng) ، پیڤک (Pîvik) و … به صورت خام خورده می شوند و برخی دیگر مانند گوولک، گزریک ، سینگێ کهوان و … جوشانده و تمیز شده و سپس همراه سایر مواد و ادویه جات مخلوط شده و در پخت نان استفاده می شود. تحقیقی از ههسهنێ مهتێ در رابطه با پنجار و جایگاه آن در زندگی، فرهنگ و ادبیات کردی تقدیم می گردد.
PINCAR
Hesenê Metê
Bi roxweşî û tavên barana sê mehên buharê re, hinek giyayên çolê jî bi tenan re derdikevin rûyên zeviyan. Kal û pîrên me Kurdan jî her wekî gelên din (û meriv dikare bibêje bêhtirîn jî) kifş kirine ku, ji van giyan hinekên wan dête xwarin. Bi tevayî ev giyayên ku tenê xwarin di nav xelkê de bi navê «PINCAR» ê tête nasîn. Her babetê vê pincarê jî, bi navekî taybetî têde navandin.
پنجار
ههسهنێ مهتێ
ب ڕۆخوهشی و تاڤێن بارانا سێ مههێن بوهارێ ڕه، هنهک گیایێن چۆلێ ژی ب تهنان ڕه دهردکهڤن ڕوویێن زهڤیان. کال و پیرێن مه کوردان ژی ههر وهکی گهلێن دن (ئوو مهرڤ دکاره ببێژه بێهترین ژی) کفش کرنه کو، ژ ڤان گیان هنهکێن وان دێته خوارن. ب تهڤایی ئهڤ گیایێن کو تهنێ خوارن د ناڤ خهلکێ ده ب ناڤێ «پنجار» ئێ تێته ناسین. ههر بابهتێ ڤێ پنجارێ ژی، ب ناڤهکی تایبهتی تێده ناڤاندن.
Pincar, di nava xelkê de roleke pêxwariniyê dilîze. Ango herwekî qatix bi nan tête xwarin. Hinek babetên pincarê xavî û hinek babetên wê jî dête kelandî tê xwarin. Dîsa ji hinek babetên wê tête hişkkirin û hinek babet jî bi terî tête xwarin. Li ser vê yekê em dikarin bibêjin ku pincar, ne bes pêxwariniya her sê mehên buharê ye ; dikare di her mehên salê de jî bête bikaranîn. Bi taybetî xwarin an pêxwariniya gundiyan e, lê bajariyên me jî jê îstifade dikin. Min gelek caran bi çavên xwe dîtiye ku gundî, di çûyina xwe ya bajêr de tûr û têrên xwe ji pincarê dagirtine û ketine riya bajêr. Ev, an ji bona firotinê an jî ji bo nas û dostên xwe yên bajarî, bûye.
Em di vir de baş têdigihên ku pincar, di her demên dîrokê de ; di tengasî û fereyî, di hebûn û tunebûn, di serhildan û melûlketin, di şikestin û serketina (ku heta niha serketina xelkê Kurd ne bû be jî) xelkê Kurd de, li çiyan, deşt û berên newalan ew bi tenê ne hiştine. Her dem bi wan re bûye, ji kêf û qehra wan bê par ne maye… û heta îro jî.
Bi rastî jî, pincar ne ku tenê ji me Kurdan re bûye pêxwariniya ber nanê tisî. Bi qasî vê ji me re bûye kultur\\. Em hemî jî dizanin ku gelek kilam, çîrok û metelokên me li ser pincarê jî hene. «Pîrê nemire buhar tê ; kalo nemire pincar tê».
Ji hêleke din ve, hatina buharê an berhevkirina pincarê, ji bo keç û bûkên me dibê sedemên derketina ji mal û seyrangehê. Buharan keç û bûkên me (carna xortên me jî) ji taştiyan hete roava li nav zeviyan, li dor kelem û bendan û li ber qeraxên newalan pincarê berhev dikin. Ev rewşa, ji keç û xortan re dibe ciyekî randewûyê jî. Û pir keç û xortên me hevûdin li van derna dîtine û revandine. Ev jî bi navê «Çûyina pincarê» bûye. Her wekî ku kilama «Bila nata ev buhara sala îsal» hêsrên gelek dêyan rijandiye. Dîsa, ku keçek bide pey xortekî, mîna tinazekî ji dê û bavê wê re wusa dête gotin :
Xalê Zilfoyê neçar,
We qîzek da wek her car,
Ne hûn bin nejî pincar.
Ku em guhên xwe bidin keçikek ku li mal maye, (ne zewucî ye) wusa dibêje :
Kerengo reng bi rengo
Buhar hat bi heft rengo
Serê xwe derxe li min derengo
Dibe ku ji van çarînên tinazî an henekî, li hin navçeyên Kurdistanê neyête bikarhanîn. Ez bi xwe jiyame ku di zaroktiya me de, tev keç û lawan ; em li ser banan û di nava kuçan de bazdidan û me digot :
Tolikê dixwim tol dibim
Serxanîkan hol dibim
Lê me hemiyan ji guhdariya kilama «Tolikvanê Meyro» kiriye û vê kilamê.jî, dengbêja me ya bi nav û deng Meyremxan dibêje :
Girxopanê bi sîr e
lê lê Meyro
Va siwara hîre-hîre
Tolikvanê Meyro…
Me goti bû ku kurteçîrokên me jî, li ser pincarê hene. Lê nivisandina çîrokan ê gelek cî bigirê. Ji bo vê yekê jî, em di ser çîrokên ku li ser pincarê hatine gotin re gav dikin. Tenê em dikarin bibêjin ku bi rastî jî pincar, bi her awayî di nava xelkê me de bi cî bûye. Ev gotina jî ji destana Memê Alan:
Ji berê da heye gotineke mezinan û kalan e.
Dibêjin : Tu caran bawernabe bijinane,
Dilê wan giş mîna tayê kerengane,
Ba, kê derê bixwaze, wê da dibe bi rojane.
Ev gotina, ji-bo Qinên) sersivik, bêbiryar û durû dête gotin. Bi rastî jî dema ku kereng hişk dibe, bêrûmetiya xwe jî bi xwe re tîne. Bi ba, nanoz û talazê re ji koka xwe dibe û heta newal, gelî û taldan tot û gir dibe, diçe. Di vê warê pincarê de bi kurtebêj, ez dikarim bibêjim ku pîrên me li benda buharê, kalên me ji bo xwarina pincarê, keç û xortên me jî ji bo dîtina ser û çavên yarê nûbuharên sala dipên. Ango hatina buharên nu, dilxweşiya xelkê me hemiyan e.
Min dixwest ku bikaranîna hemû babetên pincarê binivisînim. Lê ê bi serê xwe niviseke dûr û dirêj bûye. Ji ber vê yekê jî, ez du babetên pincarê tenê kat dikim ku xelkê me çawan bikar hanî ne.
XAZÎG : Du babetên xazîgê hene. Jê yek ; xazîga morik ku li nava zeviyên cotkirî û şûvan tê. Û jê yek jî ; xazîga spî ye ku ev li beyaran û pirtirîn li çiyan û di nava keleman de tê. Heta meh û nîvekê ber xwe dide. Xazîg bi şikil, mîna tayên deziyê solan e. Dema ku dête hûrkirin û şûştin, avek mîna gilêzê jê diherike û kef dide. Xazîg bi tenê jî, di rûn de dête sorkirin û dête xwarin.
Meriv dikare hêkan jî bavêjin ber û wusa bixwin. Xazîg di ber girarê de jî dête hûrkirin û wusan bi kar tê. Mîna ku xazîg bi têrî dête bikarhanîn, meriv dikare hişk bike û li zivistanê jî bi kar bînin. Lê xazîg, xagî nayête xwarin.
KERENG : Pirtirîn li nava zeviyên hajotî, li çiyên repin, li erdên tarî (axa spî û boz) û li çiyan şîn dibe. Meriv dikare bibêje ku ji xêndî mêrg û erdên bi av, li her cî û warî pir-hindik tê. Kereng bi navîna meha cotan, hetanî dawiya meha gulanê jî ji bo xwarinê bi kar tê. Kereng him xagî dête xwarin û him jî bi çend babetan dibe şîv. Kereng berê dête xaşandin û dûre di rûn de dête sorkirin. Ku hebe, meriv dikare çend hêkan jî bavêjin ber û bixwin. An jî mast lê kin û bikar bînin. Ev, xwarin an şîvên ji kerengê bûn. Lê kereng wekî din jî bikar tê. Meriv dikare hur ke û bavêje ber gêrmiya meyir jî. Min bi xwe ne xwariye lê li gor gotaran, dagirtina kerengê jî dibe. Dibe ku kereng, bi çend curên din jî were bikarhanîn. Marîfeta kerengê hîna jî dikare bidome. Ji hêlek din ve, ji şîrê kerengê benîşt dête çêkirin. Dema ku kereng êdî dibuhure û ji bo xwarinê navête bikarhanîn, şîrê ku di qurmê kerengê de tîrtir dibe. Kerengnas di vê wextê de, dibirin wek miştaxe li ber tava royê hişk dikin. Şîrê ku ji qurmê kerengê diherike, piştî demekî xwe digirê û dibe benîşt.
Me di van herdû babetê pincarê de jî dît ku, hinek babet bi xagî, hinek him xagî û him jî dête serdan, kelandin an sorkirin. Hinek babetên pincarê jî tenê dête kelandin. Wek tolik, gwîriz, şêlmok…
Niha navên pincara ku ez dizanim ev in : Pung, Kereng, Reşatik, Axpandir, Kerbeşik, Tolik, Şeng, Gwîriz, Xazîg, Şêlmok, Pariyê keko, Nanê çûçê, Derziya leglegê, Kahrî, Xerdelik, Şîrim, Mendik, Lêxendûr, Tûsik, Carçarik, Zeynebok, Serspîçik, Lûşik, Tirşo, Kerbeşik, Sîrmastik, Çexşûr… Pincarvanên xelkê me, hinek giyayên ku dişibin vê pincarê jî, nasîne. Ji bo ku xelk wan bi kar neyîne, navên heywanan lê kirine. Ser qisê :
Tirşo a – Tirşoyê merivan b – Tirşoyê ga
Kerbeş a – Kerbeşika merivan b – Kerbeşika keran
Xazîg a – Xazîga merivan b – Xazîga kûçikan.
پنجار
ههسهنێ مهتێ
ب ڕۆخوهشی و تاڤێن بارانا سێ مههێن بوهارێ ڕه، هنهک گیایێن چۆلێ ژی ب تهنان ڕه دهردکهڤن ڕوویێن زهڤیان. کال و پیرێن مه کوردان ژی ههر وهکی گهلێن دن (ئوو مهرڤ دکاره ببێژه بێهترین ژی) کفش کرنه کو، ژ ڤان گیان هنهکێن وان دێته خوارن. ب تهڤایی ئهڤ گیایێن کو تهنێ خوارن د ناڤ خهلکێ ده ب ناڤێ «پنجار» ئێ تێته ناسین. ههر بابهتێ ڤێ پنجارێ ژی، ب ناڤهکی تایبهتی تێده ناڤاندن.
پنجار، د ناڤا خهلکێ ده ڕۆلهکه پێخوارنیێ دلیزه. ئانگۆ ههروهکی قاتخ ب نان تێته خوارن. هنهک بابهتێن پنجارێ خاڤی و هنهک بابهتێن وێ ی دێته کهلاندی تێ خوارن. دیسا ژ هنهک بابهتێن وێ تێته هشککرن و هنهک بابهت ژی ب تهری تێته خوارن. ل سهر ڤێ یهکێ ئهم دکارن ببێژن کو پنجار، نه بهس پێخوارنیا ههر سێ مههێن بوهارێ یه ؛ دکاره د ههر مههێن سالێ ده ژی بێته بکارانین. ب تایبهتی خوارن ئان پێخوارنیا گوندیان ئه، لێ باژاریێن مه ژی ژێ ئیستفاده دکن. من گهلهک جاران ب چاڤێن خوه دیتیه کو گوندی، د چووینا خوه یا باژێر ده توور و تێرێن خوه ژ پنجارێ داگرتنه و کهتنه ڕیا باژێر. ئهڤ، ئان ژ بۆنا فرۆتنێ ئان ژی ژ بۆ ناس و دۆستێن خوه یێن باژاری، بوویه.
ئهم د ڤر ده باش تێدگهێن کو پنجار، د ههر دهمێن دیرۆکێ ده ؛ د تهنگاسی ئوو فهرهیی، د ههبوون و تونهبوون، د سهرهلدان و مهلوولکهتن، د شکهستن و سهرکهتنا (کو ههتا نها سهرکهتنا خهلکێ کورد نه بوو به ژی) خهلکێ کورد ده، ل چیان، دهشت ئوو بهرێن نهوالان ئهو ب تهنێ نه هشتنه. ههر دهم ب وان ڕه بوویه، ژ کێف و قههرا وان بێ پار نه مایه… و ههتا ئیرۆ ژی.
ب ڕاستی ژی، پنجار نه کو تهنێ ژ مه کوردان ڕه بوویه پێخوارنیا بهر نانێ تسی. ب قاسی ڤێ ژ مه ڕه بوویه کولتور\\. ئهم ههمی ژی دزانن کو گهلهک کلام، چیرۆک ئوو مهتهلۆکێن مه ل سهر پنجارێ ژی ههنه. «پیرێ نهمره بوهار تێ ؛ کالۆ نهمره پنجار تێ».
ژ هێلهکه دن ڤه، هاتنا بوهارێ ئان بهرههڤکرنا پنجارێ، ژ بۆ کهچ و بووکێن مه دبێ سهدهمێن دهرکهتنا ژ مال و سهیرانگههێ. بوهاران کهچ و بووکێن مه (جارنا خۆرتێن مه ژی) ژ تاشتیان ههته ڕۆئاڤا ل ناڤ زهڤیان، ل دۆر کهلهم و بهندان و ل بهر قهراخێن نهوالان پنجارێ بهرههڤ دکن. ئهڤ ڕهوشا، ژ کهچ و خۆرتان ڕه دبه جیهکی ڕاندهووویێ ژی. و پر کهچ و خۆرتێن مه ههڤوودن ل ڤان دهرنا دیتنه ئوو ڕهڤاندنه. ئهڤ ژی ب ناڤێ «چووینا پنجارێ» بوویه. ههر وهکی کو کلاما «بلا ناتا ئهڤ بوهارا سالا ئیسال» هێسرێن گهلهک دێیان ڕژاندیه. دیسا، کو کهچهک بده پهی خۆرتهکی، مینا تنازهکی ژ دێ و باڤێ وێ ڕه ووسا دێته گۆتن :
خالێ زلفۆیێ نهچار،
وه قیزهک دا وهک ههر جار،
نه هوون بن نهژی پنجار.
کو ئهم گوهێن خوه بدن کهچکهک کو ل مال مایه، (نه زهووجی یه) ووسا دبێژه :
کهرهنگۆ ڕهنگ ب ڕهنگۆ
بوهار هات ب ههفت ڕهنگۆ
سهرێ خوه دهرخه ل من دهرهنگۆ
دبه کو ژ ڤان چارینێن تنازی ئان ههنهکی، ل هن ناڤچهیێن کوردستانێ نهیێته بکارهانین. ئهز ب خوه ژیامه کو د زارۆکتیا مه ده، تهڤ کهچ و لاوان ؛ ئهم ل سهر بانان و د ناڤا کوچان ده بازددان و مه دگۆت :
تۆلکێ دخوم تۆل دبم
سهرخانیکان هۆل دبم
لێ مه ههمیان ژ گوهداریا کلاما «تۆلکڤانێ مهیرۆ» کریه و ڤێ کلامێ.ژی، دهنگبێژا مه یا ب ناڤ و دهنگ مهیرهمخان دبێژه :
گرخۆپانێ ب سیر ئه
لێ لێ مهیرۆ
ڤا سوارا هیره-هیره
تۆلکڤانێ مهیرۆ…
مه گۆت بوو کو کورتهچیرۆکێن مه ژی، ل سهر پنجارێ ههنه. لێ نڤساندنا چیرۆکان ئێ گهلهک جی بگرێ. ژ بۆ ڤێ یهکێ ژی، ئهم د سهر چیرۆکێن کو ل سهر پنجارێ هاتنه گۆتن ڕه گاڤ دکن. تهنێ ئهم دکارن ببێژن کو ب ڕاستی ژی پنجار، ب ههر ئاوایی د ناڤا خهلکێ مه ده ب جی بوویه. ئهڤ گۆتنا ژی ژ دهستانا مهمێ ئالان:
ژ بهرێ دا ههیه گۆتنهکه مهزنان و کالان ئه.
دبێژن : تو جاران باوهرنابه بژنانه،
دلێ وان گش مینا تایێ کهرهنگانه،
با، کێ دهرێ بخوازه، وێ دا دبه ب ڕۆژانه.
ئهڤ گۆتنا، ژ-بۆ قنێن) سهرسڤک، بێبریار و دوروو دێته گۆتن. ب ڕاستی ژی دهما کو کهرهنگ هشک دبه، بێروومهتیا خوه ژی ب خوه ڕه تینه. ب با، نانۆز و تالازێ ڕه ژ کۆکا خوه دبه و ههتا نهوال، گهلی و تالدان تۆت و گر دبه، دچه. د ڤێ وارێ پنجارێ ده ب کورتهبێژ، ئهز دکارم ببێژم کو پیرێن مه ل بهندا بوهارێ، کالێن مه ژ بۆ خوارنا پنجارێ، کهچ و خۆرتێن مه ژی ژ بۆ دیتنا سهر و چاڤێن یارێ نووبوهارێن سالا دپێن. ئانگۆ هاتنا بوهارێن نو، دلخوهشیا خهلکێ مه ههمیان ئه.
من دخوهست کو بکارانینا ههموو بابهتێن پنجارێ بنڤسینم. لێ ئێ ب سهرێ خوه نڤسهکه دوور و درێژ بوویه. ژ بهر ڤێ یهکێ ژی، ئهز دو بابهتێن پنجارێ تهنێ کات دکم کو خهلکێ مه چاوان بکار هانی نه.
خازیگ : دو بابهتێن خازیگێ ههنه. ژێ یهک ؛ خازیگا مۆرک کو ل ناڤا زهڤیێن جۆتکری و شووڤان تێ. و ژێ یهک ژی ؛ خازیگا سپی یه کو ئهڤ ل بهیاران و پرترین ل چیان ئوو د ناڤا کهلهمان ده تێ. ههتا مهه و نیڤهکێ بهر خوه دده. خازیگ ب شکل، مینا تایێن دهزیێ سۆلان ئه. دهما کو دێته هوورکرن و شووشتن، ئاڤهک مینا گلێزێ ژێ دههرکه و کهف دده. خازیگ ب تهنێ ژی، د ڕوون ده دێته سۆرکرن و دێته خوارن.
مهرڤ دکاره هێکان ژی باڤێژن بهر و ووسا بخون. خازیگ د بهر گرارێ ده ژی دێته هوورکرن و ووسان ب کار تێ. مینا کو خازیگ ب تێری دێته بکارهانین، مهرڤ دکاره هشک بکه و ل زڤستانێ ژی ب کار بینن. لێ خازیگ، خاگی نایێته خوارن.
کهرهنگ : پرترین ل ناڤا زهڤیێن هاژۆتی، ل چیێن ڕهپن، ل ئهردێن تاری (ئاخا سپی و بۆز) و ل چیان شین دبه. مهرڤ دکاره ببێژه کو ژ خێندی مێرگ و ئهردێن ب ئاڤ، ل ههر جی و واری پر-هندک تێ. کهرهنگ ب ناڤینا مهها جۆتان، ههتانی داویا مهها گولانێ ژی ژ بۆ خوارنێ ب کار تێ. کهرهنگ هم خاگی دێته خوارن و هم ژی ب چهند بابهتان دبه شیڤ. کهرهنگ بهرێ دێته خاشاندن و دووره د ڕوون ده دێته سۆرکرن.
کو ههبه، مهرڤ دکاره چهند هێکان ژی باڤێژن بهر و بخون. ئان ژی ماست لێ کن ئوو بکار بینن. ئهڤ، خوارن ئان شیڤێن ژ کهرهنگێ بوون. لێ کهرهنگ وهکی دن ژی بکار تێ.
مهرڤ دکاره هور که و باڤێژه بهر گێرمیا مهیر ژی. من ب خوه نه خواریه لێ ل گۆر گۆتاران، داگرتنا کهرهنگێ ژی دبه. دبه کو کهرهنگ، ب چهند جورێن دن ژی وهره بکارهانین. ماریفهتا کهرهنگێ هینا ژی دکاره بدۆمه. ژ هێلهک دن ڤه، ژ شیرێ کهرهنگێ بهنیشت دێته چێکرن. دهما کو کهرهنگ ئێدی دبوهوره و ژ بۆ خوارنێ ناڤێته بکارهانین، شیرێ کو د قورمێ کهرهنگێ ده تیرتر دبه. کهرهنگناسد ڤێ وهختێ ده، دبرن وهک مشتاخه ل بهر تاڤا ڕۆیێ هشک دکن. شیرێ کو ژ قورمێ کهرهنگێ دههرکه، پشتی دهمهکی خوه دگرێ و دبه بهنیشت.
مه د ڤان ههردوو بابهتێ پنجارێ ده ژی دیت کو، هنهک بابهت ب خاگی، هنهک هم خاگی و هم ژی دێته سهردان، کهلاندن ئان سۆرکرن. هنهک بابهتێن پنجارێ ژی تهنێ دێته کهلاندن. وهک تۆلک، گویرز، شێلمۆک…
نها ناڤێن پنجارا کو ئهز دزانم ئهڤ ئن : پونگ، کهرهنگ، ڕهشاتک، ئاخپاندر، کهربهشک، تۆلک، شهنگ، گویرز، خازیگ، شێلمۆک، پاریێ کهکۆ، نانێ چووچێ، دهرزیا لهگلهگێ، کاهری، خهردهلک، شیرم، مهندک، لێخهندوور، تووسک، جارچارک، زهینهبۆک، سهرسپیچک، لووشک، ترشۆ، کهربهشک، سیرماستک، چهخشوور… پنجارڤانێن خهلکێ مه، هنهک گیایێن کو دشبن ڤێ پنجارێ ژی، ناسینه. ژ بۆ کو خهلک وان ب کار نهیینه، ناڤێن ههیوانان لێ کرنه. سهر قسێ :
ترشۆ ئا – ترشۆیێ مهرڤان ب – ترشۆیێ گا
کهربهش ئا – کهربهشکا مهرڤان ب – کهربهشکا کهران
خازیگ ئا – خازیگا مهرڤان ب – خازیگا کووچکان.

این که دیگه نیاز به ترجمه نداره کمی دقت کنین می تونی بخونی مگه کرمانج نیستی؟؟
خوبه با دو رسم الخط هم نوشته شده
باسلام و سپاس فراوان
درصورت امکان
لطفا ترجمه فارسی متن بالا رو هم بیارین
وارد این سایت که میشم خیلی لذت میبرم واقعا خسته نباشید.الله مزار یعنی عشق یعنی تاریخ یعنی هویت ما
چند روز پیش کتاب دستور زبان کردی کرمانجی را میخوندم چند ساعتی بدون هیچ وقفه ای .این کتاب نوشته دو پروفسور از دانشگاه سوربن فرانسه.حتما خودتون هم خوندین.موقع خوندن این کتاب به زبانم افتخار میکردم .ولی افسوس میخورم خیلی از کلمات را از دست دادیم.وشکل نوشتاری این زبان با مشکل مواجه ست .کاش روزی برسه کاش که این زبان در شبکه ی استانی خودمون زبان اول باشه.در حق این زبان خیلی داره جفا میشه.هم از طرف خودی ها و هم غیر خودی ها.خواسته یا ناخواسته.فارس صحبت کردن با بچه ها از ابتدای تولد ضربه محکمی به این زبان داره میزنه و….
یادش به خیر.مزه ی آش هایی که با “پتجار” و قطاب های سبزی “اینگجه” که مادر و مادربزرگ درست میکردند هنوز زیر زبونمه.
سه لام له برانگی عازیز و هیژایی مه “به رات”.دینا مالپه ری ته یی وه ره فش ئه م پر کیف خاش کرنی.نکا له لاهینا ته زه نی.شوونا ته پر والایه.ساته را ژه خادئ سه رکه وتن و سه لامه تیئ ده خازنئ. هه والئن ته: عه لی ئه سقه ر زیایی/عه لیرزا سپاهی لاهینی
پر وه خیر هاتن مالپهرا ئهڵاه مهزار
قهدهمێ وه له سهر چاڤان کورمانجێن هیجا
مه له ڤرا سا کورمانجێن لائێنێ شوون خالی کری یه
تا وان چێ تر وه ناس کرن بدهنی
سپاس
مال ئاوا
باعرض سلام ممنون ازمطلبتون.