بایگانی

بایگانی برای دسته ی ‘داستان – چۆرک – Çorik’

Çîrok: Mirina Tewratê bi qelema Fevzi Özmen

۱۰ تیر ۱۳۹۶ بدون دیدگاه

Mirina Tewratê – Fevzi Özmen

Zivistana vê salê li Tewvratê pir dirêj kiribû. Ji xwe hemû zivistanan lê dirêj dikirin û wê bihar bi bendan dikişand. Her tim digot: „Bixêr îsal jî bihar bihata, belkî reşebaya min bi biharê re siviktir biba.“ Lê zivistana îsalî tiştekî din bû. Ew ne tenê bû. Ducan bû. Li aliyekî reşebayê, li aliyê din ducanbûna wê, ew lewaz kiribû. Taqet lê nemabû. Mal sar, ardû tunebû. Hele mala kirîvê Eşref carinan yek sepet sergîn nedaba wan, ew ên wê zivistanê hemû ji serman bimirana. ادامه ی نوشته

Hirç Heywaneke Bi Serê Xwe Ye – Fevzi Özmen

۱۴ دی ۱۳۹۵ بدون دیدگاه

Hirc Heywaneke Bi Serê Xwe Ye - Fevzi ÖzmenHirc Heywaneke Bi Serê Xwe Ye – Fevzi Özmen

Mewlo digot; “hirç hêkan dike”, Temo jî digot; “na, hirç diteliqe”. Bi salan bû, di ber hev didan. Kesekî/ê pirsgirêka wan çareser nedikir. Neçûbûn cem kê! Li ku derê rastî hev bihatana; yekî digot ”hirç hêkan dike, ha.” Yê din jî digot;”Hirç diteliqe, ha”. Vê yêkê di riya lodan de, dema ku dewarên xwe dibirin ser avê, li ber dangiyan, li odeya cîvakê, li her derê rû dida. ادامه ی نوشته

Anons – Hesenê Metê

۳۰ اردیبهشت ۱۳۹۵ بدون دیدگاه

Anons - Hesenê Metê Anons – Hesenê Metê  

Piştî anonsa xwe nameyek kete destê wî, weke bersiv wî jî nameyek bi pejnên evîndariyeke xurt bi rê kir û li gor gotinên wan yên di namê de, bi qasekî din jinik ê bihata mala wî.

Karûbarên xwarina bi jinekê re hati bû kirin. Tiştê ku di vê gavê de bihata kirin; rastkirina masa xwarinê, tevkirina kinc û berhevkirina tiştên li ser dîwançê, sandalî û masa nivisînê bû ادامه ی نوشته

Çîroka Cêrge û Mihêr: Çawa edet dibin taybetmendiyên jiyanê

۱۷ بهمن ۱۳۹۴ Comments off

Çîroka Jûjî û Mihêr: Çawa edet dibin taybetmendiyên meCêrgêkê (sîxor) ji marekî xwest ku bibe hevmalê wî. Mihêr qebûl kir. Ji ber ku kunê mihêr teng bû, pîjên cêrgê li bedena mihêr diketin û birîn dikirr, lê mêr ji ber qenciya xwe deng nedikir. Serê axir mar aciz bû û got: Binêre çawa laşê min birîndar bûye û xwîn bi ser min da diherike, gelo dibe ku tu hêlîna min biterkînî? Cêrgê got: Ew ne pirsgirêka min e, eger tu nerehetî dikarî herî û hêlîneke din ji xwe ra peyda bikî.
Adet destpêkê wek mêvan tên, lê piştî demekê bi xwe dibin xwedîmal û fermana me digirin destê xwe. ادامه ی نوشته

Ji çîrokên gelêrî yên kurdî li Xorasanê; Bizin û gur

۳۰ دی ۱۳۹۴ ۳ دیدگاه

Ji çîrokên gelêrî yên kurdî li Xorasanê; Bizin û gurElî Recebzade – Gulîl – Rojekê ji rojan gur û bizinekê bi hev re soz u peyman girêdan ku li hev xerabî û xiyanetê nekin. Li bihar û tavistanê bizin li mêrg û çiyan digeriya û diçêriya û xwe têr dikir. Lê gur jî rojan radiket û şevan derdikt û diçû nîçirê. Roj û hefte û hîv hêdî hêdî li pey hev derbas dibûn heta ku zivistan hat. Bi hatina zivistanê hewê sar kir û berfeke giran herd sipî kir. Bizin rojê diçû ber qontara çî û bi xwarina serê hefşanan û tîkanên reş zikê xwe têr dikir. Gur jî ji ber rewşa xerab a hewê û nebûna ادامه ی نوشته

Min hemîz ke; Kurteçîrokek bi kurmanciya Qûçanê

۱۴ دی ۱۳۹۴ ۵ دیدگاه

Mi hemêz ke; Kurteçîrokek bi kurmanciya QûçanêZeynew jineke kelegî wû ki le omrê xwa qe sa carekê jî ki bûye gepeke xwaş ji mêrê xwa nebihîstiwû. Mêrê Zênê, Qurwîn ji malê dinê tenê mitireke xwa hewû û pê wê deçû şêhr û tişt miştên gerek je xwarinê bigir ta kinc û lêwîs sa mal dekirî û tanî. Royekê Zênê serêşanek girt û nexwaş ket. Qurwîn ki dî halê Zênê xeraw e pê ra got: ‘Xwa amade ke ki zûtirkê te bigînime şêhr, cem doxtorekî’. Jinikê qewûl kir. Kewnê xwa da serî xwa û çadirê xwa jî le pişta xwa girêda û aramkine le paş mêrê xwa siyarî mitirê ادامه ی نوشته

Kurteçîrok: Gorî

۱۹ آذر ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه
  Gorî (bi wergera Berat Qewîendam)Gorî  (bi wergera Berat Qewîendam)
Dinya sirr û sexem bû. Sermê canê meriv dişewitand. Rûyê Muhsin şil bûbû. Ji ber tirsê, ji ber şermê. Dil dikire gursegurs û û tund tund lê dida. Derê erebeyê vekir û peya bû. Kalik li ser asfalta nav cadê ketibû. Muhsin hîn jî bawer nedikir ku bi leza 110 kîlomitrê li kalikekî daye … pir destpaçe bûbû. Dilopên baranê jî şilbûna şikilê wî ji ber şerm û tirsê dupat kiribû. Bilezûbez laşê nîvcan ê kêlik danî nav erebê û bi tirs û bêhedûriyeke zêde bi rê ket. ادامه ی نوشته

Çîrokek ji Xorasanê: Pîrika jîr û roviyê fêlbaz

۱۲ آذر ۱۳۹۴ ۳ دیدگاه

Çîrokek ji Xorasanê: Pîrika jîr û roviyê fêlbazPîrika jîr û roviyê fêlbaz – Elî Recebzade – Gulîl

Bi navê Xwedê

Royek je royan pîrikekê ku keça xwe ya ciwan li gundê hember dabû mêr, sewa dîtina wê hinek rûn û şîr hilanî û berê xwe da wî gundî. Dema ku di rê da dimeşiya rastî roviyekî hat. Ji nîşkê çavê rovî li pîrikê hingift û ji wê ra got: Pîrê oxir be; xêr e tu ku da terî? Pîrê got: Ez dixwazim herim mala ادامه ی نوشته

داستان فولکلوریک (گنج خلیل) Genc Xelîl

۲۸ آبان ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

داستان فولکلوریک (گنج خلیل) Genc Xelîl(ای پسرعمو) … من جفت گُلی (گیسوان) سیاهم را خواهم برید و با آن برای اسب پسر عمویم یک «دوخ افسار» (لگام) درست خواهم کرد؛

خزِم (جواهر آراستن بینی) خود را میخ خواهم کرد؛

و کمربندم را برای نعل اسب پسرعمویم تقدیم خواهم کرد؛

تا زمانی که با دوستانت رو به سوی سرزمین غربت و غریبستان می کنی؛

(دوستانت) نگویند که «گنج خلیل» کُرمانج است، کُرمانجی «بی پَرگال» ادامه ی نوشته

Çîrok: Hirç û rûvî

۱۶ آبان ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Çîrok: Hirç û rûvîHebû nebû, çêtir ji Xwedê nebû. Dibêjin Hirç û Rûvî destûbirayê hev in û Rûvî bi ser de jî şivanê sed pezê Hirçê ye. Mala hirçê şikefteke mezin e.

Bi hev re li mala hirçê dimînin tevî keçeke pirr bedew. Xwarina wan pirranî goştê beran e ku hirç bi rûn qenc diqelîne.

Rûvî sibehan diçe ber pezê Hirçê. Rojekê, Rûvî hişyar dibe, diçe ber pez. Hê roj lê nebûye nîvroj, du suwar ادامه ی نوشته

چیوانوک Çîvanok در فرهنگ عامه کُرمانجی

۱۵ مرداد ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

چیوانوک Çîvanok در فرهنگ عامه کُرمانجیفرهنگ و ادبیات عامه کُرمانجی سرشار از عناصر فولکلوریک است که به نوعی بازتاب زندگی شیوه ی زندگی و آداب و رسوم و باورهای مردم است. یکی از این پارامترها و عناصر فرهنگ عامه (فولکلور) چیوانوک است. چیوانوک نوعی زبان داستان گونه ی در کُرمانجی است که در آن سعی می شود در یک شعر کوتاه چند مصرعی نوعی فضای داستانی ایجاد شود. این گونه اشعار کوتاه گاهی مجزا و گاهی در بین و یا آخر داستان ها (چیروک) بیان می شوند به طوری که بیشتر اوقات این دو واژه یعنی چیروک و چیوانوک با هم می آیند:  چیروک و چیوانوک Çîrok û Çîvanok هر چند که این گونه ادبیات بیشتر مخصوص کودکان است لیکن ادامه ی نوشته

Qirik û Tawûs – Husêyn Qurbanpûr – Şîrwan

۱۴ مرداد ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Qirik û Tawûs - Husêyn Qurbanpûr - Şîrwan Qirik û Tawûs

Wergerandina ji farsî: Husêyn Qurbanpûr – Şîrwan

Qirikê ku li ser çol û çiyan digeriya, rokê li bin piyên xwe li ser erdê teyreke bedew dît, loma şa bû û li cem wê daket û jê pirs kir teyrê bedew tu kî yî û li vir çi dikî?

Wê teyra bedew gotê: Ez tawûs im, li daristan ادامه ی نوشته

XAPXAPOK – Yildiz Gultekîn

۱۳ مرداد ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

XAPXAPOK - Yildiz GultekînXAPXAPOK – Yildiz Gultekîn
Xapxapok (kund, bûm) li ba me çivîkek bêyom e, ew xapxapok li ser xaniyê kê deyne ji wan re bêoxiriyê tîne. Lewma tu kes li van deran ji xapxapokan hez nake. Di biçûktiya min de carinan behsa xapxapokan dikirin mezinên me. Digotin ew xapxapok zarokan didize û dibe ser kendalên kur û diavêje, lewma ji biçûktiya xwe de ez ji wan xapxapokan ditirsim, ez xapxapokan li kîjan deran bibînim jê wê derê direvim. ادامه ی نوشته

Behram û mêrikê avfiroş

۴ مرداد ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Behram û mêrikê avfiroşDi serdema qiraliyeta Sasaniyan da mêrikek li  bajarê Tîsfûnê dijiya ku herî mêvandar bû û karê avfirotinê dikir.

Rojekê paşayê îranî yê sasanî, Behremê pêncem bi kincên bedel û guhertî tere derê mala vî mêrikî û dibêje ku ji iryeke dûr hatiye û du rojan şûnekê ji bo bêhnvedanê dixwaze.

Wî mêrikî bi kêfxweşî pêşwaziya ji Behram kir û got ku tu li mala min bimîn ta ku ez herim û kar û xebata xwe bikim. ادامه ی نوشته

Derd

۳ خرداد ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

DerdDerd
Rojekê paşayek nexwaş ket û nexwaşiya wî bû jan û derdekî giran, di hîngê de bêjîşk û nexwaşxane jî tune bûn, ji ber wê yekê jî mirov zûzû ji nexwaşiya xwe felat ndibû, çiqas wezîrên patşê hebûn li ser wî kom dibûn û dicivîn nikarîbûn çareyek ji derdê wî re bidîtina, patşe bêçar ma û got: herin ji min re cadûbazan (suhirbazan) bînin.
Wezîr derketin û çiqas cadûbaz hebûn hemû li ser şahê xwe kom kirin, demek dirêj ew çû, çiqas hewl dan ادامه ی نوشته

Evîneke melodramîk – Hesenê Metê

۳۱ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Evîneke melodramîk - Hesenê MetêEvîneke melodramîk – Hesenê Metê

Têbînî: Hinek şaştiyên biçûk li nivîsîna S li şûna Ş hene ku rasterast ji çavkaniya nivîsê hatine wergirtin.

Bi navê sofî Bengî pîremêrekî gundî li perê gund, li hêla rohilata jorîn, bi qasî ses werisan ji kaniyê dûr, li ber dîwarê goristanê rûnistiye û eniya xwe daye taveke pasnîvroya payizî. Carina serê xwe dixe ber xwe, gopalê xwe di erdê re dide û dikeve ramanên ادامه ی نوشته

شرح افسانه کُردی شاه ماران Efsaneya Şahmaran

۲۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۸ دیدگاه

شرح افسانه کُردی شامار Efsaneya Şahmaran

افسانه ی شاماران (شاه ماراها به کُردی شاه ِ ماران Şahê maran) یک افسانه ی کهن در میان کُردهاست که تاکنون روایت های گوناگون ولی تقریبا حول یک محور در این رابطه نقل شده است. افسانه ی شاماران به ویژه در میان کُردهای ایزدی و علوی جایگاه ویژه ای دارد و نقش شاه ماران که سری شبیه دختر و دمی شبیه سر مار دارد در بافته ها و نقوش قدیمی بسیار دیده می شود. همچنین شامار Şamar به عنوان یک اسم زنانه در مناطق کُردنشین و از جمله خراسان مورد استفاده قرار می گرفته است. روایتی از این افسانه را در زیر بخوانید: ادامه ی نوشته

Şenzebê û Nendebê-Pişka yekem

۱۸ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

 Şenzebê û Nendebê-Pişka yekemCimoyê Merûf (Cemşîd Muînî Ferd) – Selmas

Salixiyê didin ku berê bazirganek hebûye ku bo ticaretê serdana deverên curbicur dikir.

Li seferekê ۲ çêlek bo firotinê bi xwe re birin. Navê yekê Şenzebê û nave ya din jî Nendebê bû. Di rê da nişkêve lingê Şenzebê dikeve qobiyekê. Bazirgan bi her awayî bû ew ji qobiyê derxist. Lê çêleka belengaz birîndar bibû û taqeta wê ya rêçûnê ادامه ی نوشته

Çîroka Mişk û Pişîkê

۱۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Cimoyê Merûf (Cemşîd Muînî Ferd) - SelmasCimoyê Merûf (Cemşîd Muînî Ferd) – Selmas
Ji tirsa li her derekê mêze dikir, nişkêva dît ku pişîk nav davikê asê bûye, vêca şa bû. Dema li pişt serê xwe mêze kir, dît ku Rasûyekê ( cinawerek ji malbata sivûre û sincabê) xwe ber telandiye, li ser darê mêz kir, dît ku kundek (bûm) qesda wî dike, loma tirsiya û fikirî û xwe re got ku heke ez bizvirim, yê Rasû min bigire, heke nelivim, yê kund ser min da were, heke pêş da herim jî pişîk ser riya min e, gelo çi bikim çi nekim. Deriyê bela û karesatan ser min da vebûye, sitara min aqil e. Ya baş ew e ku ez bi pişîkê ra aştiyê ادامه ی نوشته

Mirineke aram û bêdeng

۱۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

"مرده ها نمی خوابند" توسط مهدی جعفرزاده به فارسی برگردانده شدMêhdî Cefer Zade – Xorasan (Deregez)
Bavê min lêkolîner e. ew azmûnên cûr bi cûr li ser heywanan dike. Îro dema ku ji ser karê xwe vegeriya mal, pir narahet û perîşan bû. ez bervê çûm û min jê pirsî:
-Çi bûye bavo?
Nedixwest bersiva min bide lê dîsa jî dilê xwe danegirt û her çi ku wê royê dîtibû sa me ra got:
-me îro azmûnek li ser beqan ceriband. Me du biroş tijî av, li ser ocêx danîbûn, ava biroşekê dikelî û ava biroşa din ادامه ی نوشته

پندی از کلیله و دمنه Pend û şîretek ji Kêlîlê û Dêmnê

۱۰ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

پندی از کلیله و دمنه Pend û şîretek ji Kêlîlê û DêmnêWergêra ji farisî: Cimoyê Meirûf (Cemşîd Muînî Ferd)

Salix dane ku dewrana berê da çend nêçîrvanan bo nêçîrkirina cinawera (ajelan) bîreke kûr kolabûn.

Ji şansê reş pilingek, meymûnek û marek ketin bîra hanê. Nişkêve zêrîngerek jî bi nezanî ket bîrê. Her cinawerek li fikra rêyekê bo xilaskirina xwe bû, lewma wan mêrikê zêrînger neazirandin. Çend roj derbas bûn, ta ku mêrekî gerrok (tûrîst) ji nêzîkiya ادامه ی نوشته

مادر و پسر تبهکارش Dayîk û kurê wê yê çete / حسین قربانپور – شیروان

۸ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۵ دیدگاه

مادر و پسر تبهکارش Dayîk û kurê wê yê çete / حسین قربانپور - شیروانDê û kurê çete

Weger ji farsî: Hisêyn Qurbanpûr – Şîrwan (Xorasan)

Li dem û dewranekê xortekî çete û diz jiyan dikir, diya wî ji ber van kar û kiryarên wî pir hesret û xem dixwar, loma çi ji destê wê dihat dikir belkî kurê wî dest ji çetetî û diziyê berde, lê ev xurta ku çetetî û dizî hîn bibû qet ji vê rêkê venegeriya, diya wî ku bê hêvî bibû rokê ji xortê xwe xwest li kêleka wî rûne da ku jê ادامه ی نوشته

سنگ آسیاب Kevirê êş، داستانی در رابطه با ابوسعید ابوالخیر

۸ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

سنگ آسیاب Kevirê êş، داستانی در رابطه با ابوسعید ابوالخیرKevirê êş – Çîrokek ji Musîbetnameya Şêx Ettarê Nêyşabûrî.

Wergêr (ji farsî): Berat Qewî Endam

Çîrokek li bara Ebo Seîd Ebo El-Xêr (Ebo Seîd yan Şêx Seîd) yek ji sûfî û helbestvanên îranî.

Şêx Ebo Seîd, derwêşek dilpak û binavûdeng li bajarê Nêyşabûrê bû. Ew xwedan xanqah bû û gelek murîd (şagird) û hogirên wî hebûn. ادامه ی نوشته

افسانه شناسی شاه ماران Mîtolojiya Şahmaran

۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

افسانه شناسی شاه ماران Mîtolojiya Şahmaran

Mîtolojiya Şahmaran

Gelek varyantên mîtolojî ya Şahmaran hene. Di hinek varyantên kurd û farisan de laş mar e û du serî hene seriyek jê serê mar e û yê din serê zilaman e.
Li gor lêkolînêran mîtolojiya Şahmaran digîje serdema Hûrî û mîtaniyan. [1] Piştre Hatiyan ji Mîtaniyan girtine lê kêm û zêde kirine. Xemilandin e, hûnandin e û kemilandin e. ادامه ی نوشته

Şêr û Vizik – Alan Nasirî

۲۲ اسفند ۱۳۹۳ ۱ دیدگاه

 Şêr û Vizik - Alan NasirîŞêr û Vizik – Alan Nasirî

Daristan tarî û bêdeng bû. Şêr nîvşev ji xew hişyar bû. Bayişkek kişand û dest kir bi qîrandin. Ajelên ku di hêlînên xwe de razabûn bi tirs ji xewê rabûn. Vizikek ku di daristan de razabû ji xew rabû û bi hers got:

Kî ye ku diqîrîne? Divê karê wî xelas bikim.

Vizik derziyeka wê ya dûj hebû ku gelekî bi ادامه ی نوشته

دو داستان (چیروک) از علی رجب زاده Kalemêr û piling – Elî Recebzade

۲۴ بهمن ۱۳۹۳ ۵ دیدگاه

Ji çîrokên gelêrî yên kurdî li Xorasanê; Bizin û gurKalemêr û piling – Elî Recebzade-Gulîl

Rojek ji rojan pilingekî ku xwarina  xwe ku xwar ji bo av vexwarinê bi rê  ket ku xwe bigihîne seravê. Dema ku  diçû di nav rê de li derdora xwe nihêrî, çavê bi kalemêrekî ket ku  zeviya xwe cot dikir. Hindekî wirdatir çavî wî bi dareka merxê ket ku pisîkekî li bin siya wê pal dabû hindekî bi pêş ve çû û silav da pisîkê û got: Xalo can tu çima  biqesa piçûk bûyî? Pisîkê got:  Wax li minê wax li minê xwarziyê min, tiştekî ji min nepirse. Piling got: Çima? Pisîkê got: Ez  ketim ادامه ی نوشته

Jinên qatên bilind

۹ آذر ۱۳۹۳ ۱ دیدگاه

Helîm YûsivHelîm Yûsiv
Jin di berîka mêr de
Mêr,her ku li qatekê bi cih dibe,jin li qata jê bilindtir bi cih dibe û gava ku dikeve qata dawî,jin dikeve nav ewran.
Bêyî jinê nivîsar temam nabe.Her nivîseke sipehî weke jineke sipehî ye.Tu jina spehî jî tuneye ku bi dehê mêran di riya çûna ber bi malê de nakuje.Hertim jin bi guhê nivîsarê digrin û tê de difetisin.Bêyî mêr jî nivîsar gewdeyekî bêxwedî ye,bêkese û ew mêr -stûnê nivîsarê- piştî dîtinê ne ew bi xwe ye.Mabû mêrekî bê dil ادامه ی نوشته

برداشتی شاعرانه از آهنگ کردی«زاره مگری» و فلسفه‌ی شکل گیری‌اش

۲۰ شهریور ۱۳۹۳ ۷ دیدگاه

* رضا قارشی / اسفراینگریه نکن، من زیر درخت مرخم…
برداشتی شاعرانه از آهنگ کردی«زاره مگری» و فلسفه‌ی شکل گیری‌اش
* رضا قارشی / اسفراین
او دلخوش به این بود که قره میغ های1 سالوک2 و مرخها3ی بلندش مانند انسانهای روزگارش نه از او فراری اند و نه سنگش می زنند. چند روزی بود که آهوان خوش خط و خال و کبک های خوش الحان سالوک میزبان یک جوان جُزامی4 بودند. گوئی می دانستند که میهمان ماندنی نیست. و همین روزهاست که بار و بندیلش را ببندد و از این دنیای خاکی رخت ببندد…. برای همین بود که مانند مردم روستا سنگش نمی زدند….
برای همین بود که طردش نمی کردند…. ادامه ی نوشته

دکتر و آمپول! Duxtir û Derzî

۱۱ شهریور ۱۳۹۳ ۱ دیدگاه

دکتر و آمپول! Duxtir û DerzîŞandin ji Mehdî
Duxtir û Derzî

Îro sibê ji reş da ji ber didanêşê ji xewê şiyar bûm. Pirr zûtir ji her royê. Dêbavên min rûniştibûn û taşte dixwarin. Wan ez ku dîtim, pirr tecub kirin. bavê min ji diya min pirs kir: “çi bûye ku va lawika îro zû ji xewê rabûye?”  Ji ber êşa didanê xwe, Min destê xwe li ser gumê xwe danîbû.
Min got: “silav dayê , Didanê min diêşe, ez çi bikim?” ادامه ی نوشته

داستان کُردی خَج و سيامند

۱۰ شهریور ۱۳۹۳ بدون دیدگاه

داستان کُردی  خَج و سيامندمقدمه

عصریکه خه ج وسیامند در آن زیسته اند،به خوبی مشخص نیست اما آنچه مسلم است آندو در کوهستان های سر سبز و طبیعی زندگی میکردند و داستان آنها واقعی و حتی مزار آن دو دلداده در(کیله سیپان)در کردستان است.

منظومه ی خه ج و سیامند

1-(خج)در میان دختران روستا و همسالان خود،دختری بود،متین و با وقاروپاکدامن،وازوجاهت خاص خدادادی  برخوردار بود. ادامه ی نوشته

دوستی خرها ! Hevaltiya Keran

۱۵ خرداد ۱۳۹۳ بدون دیدگاه

Hevaltiya KeranHevaltiya Keran

Serhad bi berbanga sibê re rabû, werqîlên êzingan li ser kerên xwe şidand û berê xwe da çiyê. Di demek kurt de, sê bar êzing jêkir û ket ser riya bajêr.

Kerekî wî gelekî xurt bû, ço ne digîhand xwe û hergav li pêşiyê diçû. Kerê din teva ku ne wek yê pêşî bû; wî jî bargiraniyek mezin ji xwediyê xwe re dernedixist. Lê kerê sisêyan, kezeba Serhad reş kiribû. Her sed dused gavî diçû, diket xwarê ادامه ی نوشته

کێزخاتوون KÊZXATÛN (چیروکی معادل پاچه سور در خراسان)

۱۵ اردیبهشت ۱۳۹۳ بدون دیدگاه

CIROK - 150KÊZXATÛN

Hebû tunebû, ji xelas Xwedê mestir kes tunebû. Kêzikek hebû, go ez ê ji

xwe ra herim li mêra bigerim. Li ser riyan geriya, rastî mêrikekî cotarî hat, mêrik jê ra go:

Kêzê kêzxatûnê

Şimika reqreqûnê ادامه ی نوشته

Çîroka hesawê zarok û bersîv dayîn dayîkê

۲۵ فروردین ۱۳۹۳ بدون دیدگاه
CIROK - 150Egîd Kurmanc

şevek kurek biçûk kaxezek da dayîk xwe .

شبی یک پسر کوچک یک کاغذ داد به مادرش

dayîk ku şîv depat hilgirt û destê xwe pe pînik paqîj kir û pe xêcawê bilind nivîsarê kurê xwe xwand .

مادر که شام می پخت گرفت و دست های خود رو با دستمالی پاکیزه کرد و با صدای بلند خواند . ادامه ی نوشته

Çîroka mêrikê bêaqil û gur / داستان مرد بی عقل و گرگ

۲۱ فروردین ۱۳۹۳ ۳ دیدگاه

Çîroka mêrikê bêaqil û gur     داستان مرد  بی عقل و گرگÇiya Kurmanc

Çîroka mêrikê bêaqil û gur

داستان مرد  بی عقل و گرگ

Hebû tunebû, mêrikekî bêaqil hebû… Dibêjin ev mêrikê bêaqil pir kar dikir, lê zikê wî têr nan nedixwar. Sibe heta êvarê dixebitî, ne mala wî hebu na halê wî hebu… Rojekê ji roja rabû û got :

Emrê min ne tu emre…halê min na tu hale. Ez ادامه ی نوشته

داستانی واقعی درباره روستای درکش سملقان ( به کُرمانجی و فارسی )

۲۱ فروردین ۱۳۹۳ ۱۱ دیدگاه

داستانی واقعی درباره روستای درکش ( به کرمانجی و فارسی )Egîd kurmanc

Hebû tunebû li dema dîroka( tarîx) 100 ta 200 sal paş ji cûlgê similqanê du çodar terin bakûra iranê, bajarê gombez ku pez û mal bikirin .

یکی بود ، یکی نبود در دوره تاریخی 100 تا 200 سال قبل از جلگه سملقان  دو خریدار گاو و گوسفند به شمال ایران ، شهر گنبد کاووس برای خریدن گوسفند می روند.

Vina du evdê xwedê( bendê xwedê) terin malê ادامه ی نوشته

سێ بزن وه ره‌فش و ژێر

۲ فروردین ۱۳۹۳ ۲ دیدگاه

رضا قارشي - اسفراینرضا قارشي – اسفراین

سێ بزن وه ره‌فش و ژێر

يێکَ هه‌بوو، يێکَ توننه‌بو، سێ بزن هه‌بون، روژه‌کُ هه‌وا پرر رند بوو، هه‌رسێ بزن ل سه‌ر ئوله‌نگ برێ ( وه‌رێ ) که‌تُن، ئه‌و ل ريچا گل و گيێ‌نه شرين و خوة‌ش ده‌گه‌رين کُ بخوه‌ن.

Yêk hebû yêk tunebû, sê bizin hebûn,

Rojekê hewa pir rind bû, her sê bizin li ser ادامه ی نوشته

چيرۆك پاچه سور (کُرمانجی خراسانی) به کُردی کرماشانی ترجمه شد

۲۷ اسفند ۱۳۹۲ ۱ دیدگاه

چيرۆك پاچه سور (کُرمانجی خراسانی) به کُردی کرمانشاهی ترجمه شدچيرۆك كراس سوور (پاچه سوور) وه دو زاراوه‌ی كورمانجی و كرماشانی له گلی شادكام و ئاژوان رازيانی

بازنويسی كورمانجی : گلي شادكام
تصوير گر : امير شادكام
ترجمه كرماشانی : ئاژوان رازيانی

برای دانلود این چیروک اینجا کلیک کنید

چاوکانی : JiyarKurd | ژیارکورد   ادامه ی نوشته

زن در افسانه ‏های کردی / گلی شادکام – قوچان

۱۸ اسفند ۱۳۹۲ ۶ دیدگاه

Gulê Şadkam

زن در افسانه‏های کُردی

گلی شادکام – قوچان

افسانه ‏ها از کهن ‏ترین آفرینش های ادبی بشر هستند  و افسانه‏ های هر قوم از ارزشمندترین دارایی های معنوی آنان. افسانه‏ ها با ارزشترین بخش فرهنگ همگانی  یک ملت و قوم می ‏باشند که گردآوری و نگهداری آنان، گنجی بی ‏پایان را به ارمغان خواهد داشت. سنت افسانه‏ گویی از دیرباز در میان همه اقوام و ملتها راهی برای پاسداشت رویاها و اندیشه‏ ها و نمایاندن احساسات و ترس ها و آرزوهای ادامه ی نوشته

Qertel û kûsî – çîrok

۲ بهمن ۱۳۹۲ ۱ دیدگاه

Qertel û kûsî - çîrokMistefa Xelîlî Rad – Bijnûrt

Qertel û kûsî – çîrok

Hebû tunebû, carekê ji caran qertelek gellek birçî bû bi rojan gerriya negerriya tu nêçîr ji xwe re peyda nekir. Welê lê hat ku dikir îdî ji nêza bimire. Li ber kevirekî sekinî. Ji birçîna hustiyê wî xwar bûbû, serê wî ketibû ber wî.
Di wê navê re kûsiyek di wê derê re derbas bû. Qeretel di nbava wê perîsaniyê de dît. ادامه ی نوشته