خوش آمدید / هوون وه خێر ھاتن / Hûn we xêr hatin

۱ فروردین ۱۳۹۱ Comments off

Derd

۳ خرداد ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

DerdDerd
Rojekê paşayek nexwaş ket û nexwaşiya wî bû jan û derdekî giran, di hîngê de bêjîşk û nexwaşxane jî tune bûn, ji ber wê yekê jî mirov zûzû ji nexwaşiya xwe felat ndibû, çiqas wezîrên patşê hebûn li ser wî kom dibûn û dicivîn nikarîbûn çareyek ji derdê wî re bidîtina, patşe bêçar ma û got: herin ji min re cadûbazan (suhirbazan) bînin.
Wezîr derketin û çiqas cadûbaz hebûn hemû li ser şahê xwe kom kirin, demek dirêj ew çû, çiqas hewl dan ادامه ی نوشته

Bi wêne: Salvegera rizgarkirina Xuremşehrê – gulana ۱۹۸۲an

۳ خرداد ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Bi wêne: Salvegera rizgarkirina Xuremşehrê - ۱۹۸۲Îro yekşemî ۲۴ê gulana 2015an beranberî ۳ê xurdada 1394an salvegera rizgarkirina bajarê Xuremşehrê li başûrê rojavaya Îranê ji bin dagîrkeriya rejîma Beisa Iraqê di sala 1982an e.

Xuremşehr derûdora sal nîvê di bin kontrola beisiyan bû û ji ber berxwedan û mêrxasiya ku ji bo rizgarkirina vî bajarî hat kirin, ev roja li salnameya neteweyiya Îranê wek Roja Berxwedan û Mêrxasiyê hatiye binavkirin. ادامه ی نوشته

Du malperên mûzîkê yên kurdên Xorasanê

۲ خرداد ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Du malperên mûzîkê yên kurdên XorasanêDu malperên mûzîkê yên kurdên Xorasanê

Hûn dikarin serî li van du malperan bidin û deng û vîdêo û berhemên stranbêj û hunermendên kurd (kurmanc) ên Xorasanê dêxinin.

Malpera Dengê Kurmênc

Malpera Kurmanc mûzîk

Tu çi zanî; Straneke xweş ji Husêyn Aşiqî

۲ خرداد ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

Tu çi zanî; Straneke xweş ji Husêyn AşiqîStranek xweş bi zaraveya kurdiya Xorasanê bi navê Tu çi zanî bi dengê stranbêjê xweşdeng: Husêyn Aşiqî

Tu çi zanî

Bi deng – Dêxistin

Bi vîdêo – Dêxistin

Stranên din ji Husêyn Aşiqî li dûmahîkê … ادامه ی نوشته

۱۲rê ji bo ku mirov balkêş bên xuyakirin

۳۱ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۳ دیدگاه

 12rê ji bo ku mirov balkêş bên xuyakirinWergera ji Îngilzî: Mêhdî Ceferzade

۱۲ rê ji bo ku mirov balkêş bên xuyakirin

Hemî mirov tiştekî hevbeş dixwazin: balkêş bûn. lê mebest ji balkêşbûnê ji her kesekî/ê ra cuda ye. Mebesta we ji balkêşbûnê çi ye? Baş, naxwaze ku hûn nêrîna xwe parve bikin! Ji bo ku hûn bale her kesî/ê bikişînin ser xwe, van rêyên ku em pêşniyar dikin li bîra xwe dagirin û hingê dê bibînin ku çawa ev ادامه ی نوشته

Nostalijî û tunehesibandin; Vûdî Alin

۳۱ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Vûdî Alin - Fîlma Nîva şevê li Parîsê  Nostalijî yani inkar û tunehesibandin; Tunehesibandina dema diltezîn û xembar a niha  وودی آلن در فیلم نیمه شب در پاریس:  «نوستالوژی یعنی انکار؛ انکار زمان دردناک فعلی»Vûdî Alin – Fîlma Nîva şevê li Parîsê

Nostalijî yani inkar û tunehesibandin;
Tunehesibandina dema diltezîn û xembar a niha

وودی آلن در فیلم نیمه شب در پاریس:

«نوستالوژی یعنی انکار؛ انکار زمان دردناک فعلی»

Wergera ji Farsî: Berat Qewî Endam ادامه ی نوشته

EVÎNKUJA MIN! – Aras Hiso

۳۱ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

EVÎNKUJA MIN! - Aras HisoAras Hiso – Kobanê

EVÎNKUJA MIN!
Ez di spîtaya çavên te de
Roj bi roj tême bextê te
Di nava dilê te de
Dîtina bişirîniya te hîs dikim
Ma hînê çendî caran?
Tu yê min bikujî û goştê min ê sotî li çeqel û roviyan ادامه ی نوشته

Evîneke melodramîk – Hesenê Metê

۳۱ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Evîneke melodramîk - Hesenê MetêEvîneke melodramîk – Hesenê Metê

Têbînî: Hinek şaştiyên biçûk li nivîsîna S li şûna Ş hene ku rasterast ji çavkaniya nivîsê hatine wergirtin.

Bi navê sofî Bengî pîremêrekî gundî li perê gund, li hêla rohilata jorîn, bi qasî ses werisan ji kaniyê dûr, li ber dîwarê goristanê rûnistiye û eniya xwe daye taveke pasnîvroya payizî. Carina serê xwe dixe ber xwe, gopalê xwe di erdê re dide û dikeve ramanên ادامه ی نوشته

احمد خانی؛ جام جم کُرمانجی Camê Cem’a Kurmancî; Xanî

۳۱ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

احمد خانی؛ جام جم کُرمانجی Camê Cem'a Kurmancî; XanîCamê Cem’a Kurmancî; Xanî – Irfan Amîda

Di dîroka gelan û wêjeya gelan de her nivîskar/wêjevan xwedî xwe û rûmetekê ye, lê hin ji wan stûna wêje û zimanê gelan in. Afirînerên zimanê netewî û kesayetiya wêjeya wan in. Ger ew stûn/nivîskar çiqasî zindîbin, zimanê wan gelan jî ewqasî dikare xwe bispêre wan û şipya bisekine. Qurmê dara zimên in, ku …her şitil ji ber dibişkivin. Di heman demê de nêrekên wan şitilan in, ku ne ew bin, şitil pitû nadin.
Ehmedê Xanî jî ew nivîskar e ji bo Kurdî. Ji loma ادامه ی نوشته

Gulîbirîna jinên kurd dema ku delalên xwe ji dest didin

۳۰ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Gulîbirîna jinên kurd dema ku delalên xwe ji dest didinElla mezar e, mezar e…
Xerîb rêguzar e
Va çi rozigar e!

Jinên kurd dema ku delalên xwe ji dest didin, guliyên xwe dibirin û li ser mezela wan datînin… Ev nîşana sozdariya wan e

Ev du wêneyana yên Şengalê ne ادامه ی نوشته

Dev li̇ ken, lêv û çen, xweş beden; Cegerxwîn

۳۰ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Dev li̇ ken, lêv û çen, xweş beden; Cegerxwîn

Di̇l kuştiyê awi̇rên çavên wê
Dîl gi̇rti̇yê reşmûyên çavên wê
Nam şêrîn tam şêrîn dêm şêrîn

Li hember mi̇n rabe ser xwe weke roj
Li̇ ber sîngê cana mi̇n de ket bi̇şkoj
Navzi̇rav rû gulav ser di̇lav

Yarê ez kuşti̇m li̇ mi̇n nabe êvar ادامه ی نوشته

? Meger dibe ku li ciyekî bimînî

۲۹ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

Şûna vala ya Silûç – Mehmûd dewlet Abadî "جای خالی سلوچ - محمود دولت آبادی"Şûna vala ya Silûç – Mehmûd Dewlet Abadî

Meger dibe ku li ciyekî bimînî?

Meger dikarî?

Heta kînga û çiqas dikarî wek seyek kotekxwarî û xeyalşikestî xwe li kuncekî veşêrî û dernekevî?

Li vê dinyaya mezin, ادامه ی نوشته

Roja Xeyyam û çarînên wî bi pênûsa Kamuran Elî Bedirxan+wêne

۲۸ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Hekîm Omer Xeyyam Nêyşabûrî روز ۲۸ اردیبهشت ماه به عنوان روز خیام نامگذاری شده است. دکتر کامران علی بدرخان ترجمه ی کُردی کُرمانجی رباعیات حکیم عمر خیام نیشابوری را در سال ۱۹۳۹ به عنوان ضمیمه ی نشریه ی هاوار در چاپخانه ی ترقی شام (دمشق) به چاپ رسانده است. در این مطلب بخشی از رباعیات خیام به همراه دانلود فایل کامل آن تقدیم می شود.

Roja 18ê gulana her salê wek roja rêzgirtina li Hekîm Omer Xeyyam Nêyşabûrî li Îranê hatiye naskirin û merasimek bi vê minasibetê li tirba Xeyyam li bajarê Nêyşabûrê li Xorasanê ادامه ی نوشته

Bi wêne: Nîşangeheka balkêş a çandî û hunerî li Bijnûrtê

۲۸ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Nîşangeheka balkêş a çandî li BijnûrtêNîşangeheka balkêş a çandî û hunerî li Bijnûrtê

Karek ji: Idareya giştî ya mîrata çandî, berhemên bidestçêkirî û geştyariya Xorasana bakûrî

Civara hogirên dîrok û şaristaniya Xorasana bakûrî

Beşa çandî û huneriya şaredariya Bijnûrtê

Cih: Mala çandê ya şaredariya bajarê Bijnûrtê ادامه ی نوشته

Bi wêne: Nîşangeha nigargeriya cil û bergên jinên kurd ên Kelhor

۲۸ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Bi wêne: Nîşangeha nigargeriya cil û bergên jinên kurd ên Kelhor  کرمانشاه _ افتتاحیه نمایشگاه نقاشی «کمرچین» پریا جانجانی با موضوع لباس زنان کرد کلهرکرمانشاه _ افتتاحیه نمایشگاه نقاشی «کمرچین» پریا جانجانی با موضوع لباس زنان کرد کلهر

Kirmaşan - Vekirina nîşangeha nigargeriya xatûn Periya Cancanî ya bi navê ”Kemerçîn” li ser mijara cil û bergên jinên kurd ên Kelhor

ادامه ی نوشته

Bihara me zivistan, zivistan tal e tal e

۲۸ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱۰ دیدگاه

Suxra Seadetmend. - صغری سعادتمندSuxra Seadetmend – Şîrwan

Bihara me zivistan, zivistan tal e tal e
Je dû mêşezere ra, her ro gul dewi kal e
Hîlî şeyê xwe hilîn, dayîne derê biroşê
Nîşane girt dilê mê, keçka meskefiroşê
Qaşek sîvê qeliştî, sewa me kirne mane
kenê lêvan we me çi, yê we bîra me nan e
Bigurmij xwe bixapîn, le ser me we dûman ke ادامه ی نوشته

Bi wêne: Cejna loran a Gulveniyê li Xurem Awata Loristanê

۲۷ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Bi wêne: Cejna luran a Gulveniyê li Xurem Awata LuristanêGulvenî yan Gulwenî li zaraveya lorî bi cûreyek rûserî (kewn) ku piranî ji hewrîşemê tev neqş û nigarên kevn tê gotin. Ev cûrek cil û berg e ku jinên lur bi awayekî taybet lis erê xwe girê didin û beşek ji cil û bergê kevn ê jin û mêrên Loristanê tê hesibandin. Keçikên nifşa niha ji cûreya biçûktir a wê bi kar tînin. Ev rûserî û kewna ji soxat û mizgîniyên Loristanê ne. Ev serbenda di dema berê da li kincêm mêran jî dihate bikaranîn û bi giştî serbend û destar ji dema Medan û Hexamenişiyan li kinc û cil û bergên mêr ادامه ی نوشته

“? Bi wêne: Merasima ekrana fîlma: “Li dinyaya te saet çend e

۲۷ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

"? Bi wêne: Merasima ekrana fîlma: "Li dinyaya te saet çend eLi dinyaya te saet çend e?

Kurteyek ji fîlmê:
Gulê piştî bîst salan jiyana li Fransayê bi yek car biryar dide ku vegere Îranê û sefera zadgeha xwe (ciyê jidayîkbûna xwe) ango Reştê li bakûrê Îranê bike. Ferhad li Reştê pêşwaziya wê dike û dibêjê ku nasekî qedîmî û kevn ê wê ye. Lê Gulê qet wî bi bîr nayne û nas nake.
Derhêner: Sefî Yezdaniyan ادامه ی نوشته

Pirtûka Kurd li Xorasanê û penda kurmancî

۲۷ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

Kurd li Xorasanê û penda kurmancîPirtûkek bi navê “Kurd li Xorasanê û penda kurmancî” bi pênûsa Xalid Salêh ji aliyê weşanxaneya Sipîrêzê ya Duhokê va di sala 2006`an hatiye weşandin. Mixabin ew pirtûka ku renge agahiyên baş li bara kurdên Xoarasnê ji hêla kesek derveyî vê naçeyê va têda hebin, li ber destê me nîne. Em bi vê riyê radigihînin ku eger kesek haya wî ji vê pirtûkê heye agahiyekê li bara wê bide me yan eger pêkan e û PDF`k ji vê pirtûkê sewa me bişîne.

ادامه ی نوشته

Hest, raman, helbest û pênûsa Aras Hiso

۲۷ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۳ دیدگاه

Hest û helbest û pênûsa Aras HisoAras Hiso (آراس حسو) xortekî kurd ê ۱۸ salî ji bajarê pîroz û berxwedêr ê Kobanê ye. Ew bi zarxweşî û hest û hisên xwe û bi pênûsa xwe ya rewan, jiyan, evîn, êş û hêviyan bi hev ra dilorîne. Hest û helbestên Aras Hiso bi kurmanciyeka xwerû û şirîn û bi rastî kûr û ji dil in. Ramanên di nav nivîsên Aras da herî zêde bêhna kurdîtiyê didin û her kurdek li her derê vê êş, evîn, hêvî û hesta hevpar his dike. Çendîn nivîs û helbest û pexşanên wî li ber destê me hene. Em li vir çend helbestên birêz Aras Hiso bo cara yekem diweşînin û li pêşerojê jî ادامه ی نوشته

Bi wêne: Mûzexaneya Temaşegeha Zemanê li Têhranê

۲۶ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Bi wêne: Mûzexaneya Temaşegeha Zemanê li TêhranêMûzexaneya bi navê “Temaşegeha Zemanê” li taxa Zeferaniyeya Têhrana paytexta Îranê yekemîn mûzexaneya saetan li vî welatî tê hesibandin.

Derbasbûna dem û zemanê yek ji mijaran e ku hertim di dirêjahiya dîrokê da bala mirovan kişandiye ser xwe, loma beşer bi armanca peydakirina amorekê sewa pîvandina demê hewildanên herî zêde pêk anîne. Mirovên berê yên seretayî renge çalakî û xebatên xwe tev hilatina rojê, hatina êvarê yan xuyabûna stêrkan ادامه ی نوشته

هاوار صدای دانش است؛ دانش، خودشناسی ست

۲۶ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

هاوار صدای دانش است. دانش، خودشناسیستهاوار صدای دانش است. دانش، خودشناسیست.

خودشناسی، راه میهن و خُرسندی را می گشاید.

هر کس که خویش را می شناسد، می تواند خودش را معرفی کند.

هاوار ما قبل از هر چیز موجودیت زبان ما را معرفی خواهد نمود.

از همین روست که زبان شرط اول پایایی ماست.

جلادت بدرخان، هاوار شماره یک- سال ۱۳۱۱ خورشیدی ادامه ی نوشته

Bi wêneyên taybet: Em Erebê Şemo bi bîr bînin

۲۵ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Bi wêne: Em Erebê Şemo bi bîr bîninBella Sturki – Gurcistan,Tbilisi: Îsal temam dibe 118 salya hîmdarekî edebyeta kurdên welatê Sovyêtê yê ewlin, nivîskarê Kurdî eyan, bavê romana kurdî, yek ji demeziranarê elîfba Kurdî ya ewlin bi tîpê latînî Erebê Şemo /Ereb Şamîlov/.
Çend xet li ser jiyan û şexsiyeta Erebê Şemo.
Romanên Erebê Şemo “ Şivanê Kurd” / Şivanê Kurmanca / ,“ Berbang “ , “Jîyana Bextewar “,”Dimdim” bi zimanê rûsî, ermenî û gelek zimanê din hatine wergerandin û weşandin. Erebê Şemo ji malbatek şêxên êzîdiya yê feqîr û rêncber bû. Ew 23’ê kewçêra ادامه ی نوشته

Şeva Dîroka Qûçanê û rêzgirtina li Tewehudî, Cabanî û Şakêrî

۲۵ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Şeva Dîroka Qûçanê û rêzgirtina li Tewehudî, Cabanî û Şakêrîمتن فارسی در ادامه مطلب …

Bernameya Şeva Dîroka Qûçanê ji rêzecivînên şevên Qûçanê ku ji bo rêzgirtin û sipasiya ji ked û xebatên kesên navdar û têkoşerên qada çand û dîrokê yên bajarê Qûçanê tê lidarxistin, di yekemîn bernameya xwe da êvara sêmeiyê ۱۲`ê gulana 2015`an hat birêxistin. Li vê civînê qedra sê dîroknivîs û lêkolînerên mezin ên Qûçanê ango Mamosta Remezan Elî Şakêrî, Mamosta Mihemed Cabanî û Mamosta Kelîmullah Tewehudî hat girtin. ادامه ی نوشته

Dengê helbestên kurdî li Şeva helbestan a cîhanî li Amerîkayê

۲۵ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Dengê helbestên kurdî li şeva helbestên a cîhanê li AmerîkayêNavenda navneteweyiya Mîlzê Şeva helbestan a cîhanî ku li wê hinek helbestên bi kurdî hatin xwendin li zanîngeha Organa Amerîkayê li dar xist.

Li vê şeva helbestan a cîhanî ku di 13`ê gulana 2015`an da li salona Night Library Browsing Room`ê hat birêxistin, hin helbest bi zimanên cûrbicûr ji wan fransayî, kurdî, inglîzî û moxolî hatin xwendin.

Helbestên kurdî yên bijartî bo vê merasimê ادامه ی نوشته

قسم خوردن (سویند/سوند خوارن Swînd/sond xwarin) در میان کُردها

۲۵ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۸ دیدگاه

قسم خوردن (سویند/سوند خوارن Swînd/sond xwarin) در میان کُردهاقسم خوردن (سویند/سوند خوارن Swînd/sond xwarin)

یکی از عناصر فرهنگ عامه (فولکلور) هر ملتی قسم های رایج در بین آنهاست. در فرهنگ عامه کُردها انواع قسم ها و سوگندها وجود دارد. گاهی سوگند به خدا، گاهی به انسان های متعالی  و بزرگ، گاهی به عناصر طبیعت مثل خورشید، گاهی به زمان ها، گاهی به برخی مکان ها. به عنوان مثال سوگند به نیم روز (Nîvroj) یا سوگند به بینگاو و غیره. شما می توانید سوگندهای رایج در منطقه ی خود را زیر این نوشته ذکر کنید.

Swînd/sond xwarin yek ji hêmanên çand û folklûra ادامه ی نوشته

عکس / مقبره کشته شدگان واقعه سردار لهاک خان؛ سالار جنگ – بجنورد

۲۵ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

عکس / مقبره کشته شدگان واقعه سردار لهاک خان؛ سالار جنگ  - بجنوردسردار لهاک خان؛ سالار جنگ که بود؟
معروف به سالار جنگ فرزند امیر لطف‏اللَّه خان شعاع‏الملک و برادرزاده‏ى امیرمؤید سوادکوهى، در حدود ۱۲۷۵ در الشت سوادکوه مازندران متولد شد. پس از انجام تحصیلات مقدماتى، براى ادامه‏ى تحصیل به روسیه اعزام شد و در آکادمى نظامى فرونزه در رشته‏ى توپخانه فارغ‏التحصیل گردید و پس از مراجعت به ایران، با درجه‏ى سلطانى در قزاقخانه مشغول خدمت شد. در ۱۳۰۰ امیرمؤید سوادکوهى عموى او، در مازندران سر به طغیان برداشت که پس از شکست از قواى دولتى، مورد عفو قرار گرفته و در تهران تحت نظر قرار گرفت و در نتیجه سلطان لهاک خان هم به تهران انتقال یافت و در عشرت‏آباد تحت نظر سرتیپ جان‏محمد خان به فرماندهى یک گروهان منصوب شد. ادامه ی نوشته

مثنوی معنوی مولانا جلال الدین بلخی به کُرمانجی چاپ شد

۲۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

مثنوی معنوی مولانا جلال الدین بلخی به کُرمانجی چاپ شد کتاب مثنوی معنوی مولانا جلال الدین بلخی به زبان کُردی کُرمانجی در شهر قونیه ی ترکیه چاپ شد.

Pirtûka Mesnewiya Menewî ya Mewlana Celaleddînê Belxî helbestvanê îranî ku bi zimanê farsî hatiye nivîsîn, bo cara yekem bi zimanê kurdiya kurmancî hat wergerandin.

متن خبر به کُرمانجی:

Mesnewî bikurdî hat çapkirin ادامه ی نوشته

خبرگزاری های معروف به زبان کُردی کُرمانجی

۲۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

خبرگزاری های معروف دنیا به زبان کُردی کُرمانجیبرات قوی اندام – امروزه دولت ها و جریانات گوناگون سعی می کنند مواضع و دیدگاه های داخلی و خارجی خود را چه در داخل و چه در خارج به زبان های مختلف منتشر کنند و حیطه ی اطلاع رسانی و تاثیر فرهنگی خود را به نسبت تعدد ملل و زبان های متفاوت گسترده تر نمایند. یکی از زبان هایی که در این سالها مورد توجه بسیاری از مراکز خبری منطقه ای و بین المللی قرار گرفته است زبان کُردی کُرمانجی است. همانگونه که می دانیم حیطه ی سخنوران به این زبان بیش از ۴۰ میلیون نفر در چندین کشور منطقه ی خاورمیانه از جمله ایران، ترکیه، سوریه، شمال عراق، لبنان، ارمنستان، آذربایجان، قزاقستان، گرجستان، روسیه، ترکمنستان و همچنین کُردهای ادامه ی نوشته

۱۵ گلان؛ ۲۵ اردیبهشت؛ روز زبان کُردی گرامی باد!

۲۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

۱۵15 گلان؛ 25 اردیبهشت؛ روز زبان کُردی گرامی باد! ماه گلان برابر ۲۵ اردیبهشت ماه، سالروز انتشار اولین شماره از نشریه ی کُردی هاوار توسط میر جلادت علی بدرخان در سال ۱۹۳۲ است. این روز به عنوان روز زبان کُردی نامیده شده است.

این روز را به سخنوران این زبان شیرین تبریک می گوییم.

۱۵ gulana 2015`an salvegera weşandina yekemîn hejmara kovara HAWAR`ê ji aliyê mîrê nûjen ê kurdan, Mîr Celadet Elî Bedirxan di sala 1932`an e. Ev roja wek Roja Zimanê Kurdî hatiye binavkirin. ادامه ی نوشته

شرح افسانه کُردی شاه ماران Efsaneya Şahmaran

۲۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

شرح افسانه کُردی شامار Efsaneya Şahmaran

افسانه ی شاماران (شاه ماراها به کُردی شاه ِ ماران Şahê maran) یک افسانه ی کهن در میان کُردهاست که تاکنون روایت های گوناگون ولی تقریبا حول یک محور در این رابطه نقل شده است. افسانه ی شاماران به ویژه در میان کُردهای ایزدی و علوی جایگاه ویژه ای دارد و نقش شاه ماران که سری شبیه دختر و دمی شبیه سر مار دارد در بافته ها و نقوش قدیمی بسیار دیده می شود. همچنین شامار Şamar به عنوان یک اسم زنانه در مناطق کُردنشین و از جمله خراسان مورد استفاده قرار می گرفته است. روایتی از این افسانه را در زیر بخوانید: ادامه ی نوشته

Mûzîk li kolanên Têhranê

۲۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Mûzîk li kolanên TêhranêVan rojan em gelek grûpên mûzikê yên ji 1, 2 yan çend kesan tev amor û alavên taybet dibînin ku li bajarê Têhranê kêleka kolanan, li ber dûkanan distirin û kunsêrtên gerok li dar dixin. Tevî ku hinek ji rêwî û welatiyan ji wî karî aciz dibin jî, lê gelek kes hene ku ji saz û mûzîka wan hez dikin û dirêv didin wan.

این روزها بسیاری از گروهای موسیقی متشکل از ۱، ۲ یا چند نفر در خیابان های تهران به اجرای موسیقی می پردازند. با اینکه برخی از شهروندان از این امر ناراضی اند لیکن بسیاری نیز با پول دادن به آنها و ماندن و گوش دادن چند دقیقه ای ادامه ی نوشته

جمعه و شنبه؛ ۱۵و ۱۶ گلان: دو رویداد مهم فرهنگی ورزشی در قوچان

۲۴ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

دو رویداد مهم فرهنگی ورزشی کُشتی باچوخه در قوچانآئین فرهنگی ورزشی کشتی باچوخه (کُشنی) طبق روال همه ساله روز جمعه ۱۵ ماه گلان ۲۰۱۵ (برابر ۲۵ اردیبهشت ۱۳۹۴) در روستای رهورد قوچان برگزار می شود. همچنین مسابقات کشوری کُشتی باچوخه با حضور تیم هایی از ۲۸ استان کشور روز شنبه ۲۶ اردیبهشت در شهر قوچان برگزار می گردد. قابل ذکر است که کشتی باچوخه در این منطقه تنها یک ورزش محسوب نمی شود و بیشتر یک آئین پهلوانی و فرهنگی اجتماعی بوده و همراه با حضور خانواده ها در دل طبیعت انجام می گیرد. از این رو جا دارد که با انجام برنامه های فرهنگی آئینی متناسب با فرهنگ مردم منطقه قوچان و شمال خراسان از این فرصت غنیمت در راستای ایجاد شادی ادامه ی نوشته

جارو در زبان کُردی به چه معنی است؟ Hîvalek (gêzik) û hwd

۲۳ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۵ دیدگاه

Hîvalek (gêzik) û hwd ...  جارو در زبان ها و لهجه های کُردیواژه ی جاور در کُردی خراسان به معنای هیوالَک Hîvalek به کار می رود. اما ببینیم در مناطق مختلف کُردنشین جارو چه معانی مختلفی دارد. وجود این همه واژه برای جارو نشاندهنده ی غنای زبان کُردی است. در ادامه لیست واژه های معادل جارو و همچنین عکس های احسان کمالی عکاس خراسان شمالی را از کارگاه جاروسازی ببینید.

Melkes yan Gêzik li Xorasanê wateya Hîvalek dide. Em li jêr vê nivîsê peyvên ku ji bo Mekesê li deverên cûrbicûr ên kurdan tên biakranîn tînin. Ka hûn bibînin dewlemendiya zimanê kurdî çiqas e! ادامه ی نوشته

Bi wêne: Jinên talişî li bakûrê Îranê+ Nêzikatiya zimanê talişî û kurdî

۲۳ اردیبهشت ۱۳۹۴ بدون دیدگاه

Bi wêne: Jinên talişî li bakûrê Îranê+ Nêzikatiya talişî û kurdîTaliş û Talişistan deverek li bakûrê Îranê li ber deryaya Xezerê ye. Gelê vê deverê li bajarên wek Taliş, Astara, Rizwan Şehr û hwd dijîn û bi zimanê taybet ê talişî diaxivin. Talişî yek ji zimanên kevn ên îranî wek zimanê kurdî (soranî, kurmancî, zazakî,…) ye. Gelek peyvên hevpar yan hevkok û nêzikî hev di nav zimanê talişî û zimanê kurdî da hene. Her wiha baş e em bizanin ku gelek kurdên cînarên talişiyan li bakûrê Îranê li Xelxal, Rûdbar, Mencîl û hwd hene ku hinek ji wan di van 300-400 salên dawî da ji Xorasanê ادامه ی نوشته

Bi Wêne: Şanoya kurdî ya êzdiyan li Tiblîsa Gurcistanê – ۱۹۸۰

۲۲ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

Bi Wêne: Şanoya kurdî ya êzdiyan li Tiblîsa Gurcistanê - ۱۹۸۰Perçeyek ji dîroka şano ya kurdî ya Gurcistanê. Dimenên ji pirêmîyêra spêktakla “Siyabend û Xecê“,sala 1980, xwedanê piyêsê nivîskar Tosinê Reşîd. ,Derhêner, rejîsorê şanoyê remetî Mirazê Uzo..bi beşdariya lîstikvanên şanoyê, çend xort û keçên êzdî ye bajarê Tbilisî ,xwedî zên û fireseta mezin ,rastîya civaka kurd ser dikê bi hunurê xwe didin nîşandan.

Şanoya kurdî ya Gurcistanê sala 1979 an bi saya çend rewşenbîren kurd: Cerdoê Esed,Yûra Nabiêv,Zîna ادامه ی نوشته

Çend helbestên kurmancî ji helbestvanên ciwan ên Xorasanê

۲۲ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Çend helbestên kurmancî ji helbestvanên ciwan ên XorasanêÇend helbestên kurmancî ji birêzan: Dayik ji Mihemed Amade (zinar), Xew mest ji Mihemed Isma’îlî, Gula şevder ji Ehmdê Elî Niya, Newroz û sersala me ye ji Yûsif Kulûnekzade û helbesta bi deng bîriya te ji Dûman Evîndar

Hûn bi şe dikin (dikarin) van helbestan li dewama vê nivîsê bibînin.

***

*** ادامه ی نوشته

BI MIN BIMÎN CANÊ

۲۲ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۲ دیدگاه

BI MIN BIMÎN CANÊ  Mistefa Xelîlî Rad - KawaBI MIN BIMÎN CANÊ

Mistefa Xelîlî Rad – Kawa

Zextê vê dinyayê
Min dikuje bê te
Jiyanekî bê reng
Tehle wekî jehrê

Bi min bimîn canê ادامه ی نوشته

Çend wêne û dîmenên balkêş ji xweza û hawirdorê

۲۱ اردیبهشت ۱۳۹۴ ۱ دیدگاه

Çend wêne û dîmenên balkêş ji xweza û hawirdorêÇend wêneyên balkêş û ciyawaz ji dîmenên cûrbicûr ên xwezayê: Erdnigarî, bedewiya xwezayê, Kewîra Lûtê (Çola Lûtê), Bendava Tebarekê li Qûçanê, Daritanên Tûskistan û Olengê li Şahrûdê, dîmenên bajarê Nêyşabûrê û hwd.

Ev wêneyana bi giştî ji aliyê Berat Qewî Endam va di salên 2011 û ۲۰۱۰î da hatine girtin û ciyê wan jî wek ku li jêr her wêneyê hatie nivîsîn piranî Xorasana mazin û bakûrê Îranê ne, Hûn dikarin li dûmahîka vê nivîsarê wêneyan bibînin. ادامه ی نوشته